Kompaniya ORYX a Kanadayî, 12 karkerên Kurdên Kakeyî ji kar dûrxistin. Karker dibêjin ew ji ber, ‘dirêjkirina simbêlan’ ji kar hatine derxistin.
Kompaniya ORYX ku li Herêma Kurdistanê xebatên xwe birêve dibe, beriya bi salekê 12 karkerên xwe ji kar dûrxistin. Ew karkerên ku ji kar hatine derxistin, dibêjin ku sedema derxistina wan ji kar, “nebirîna simbêlan” bûye.
Cemal Kakeyî li ser nave wan karkerên mexdûr ji Rûdawê re ragihand ku wan 13ê Sibata 2016an li wê kompaniyê dest bi kar kir û heta dema dûrxistina wan jî rastî ti pirsgirêkekê nehatine.
‘Simbêl hincet e’
Cemal Kakeyî dibêje, “31ê Tîrmeha 2018an rêveberiya kompaniyê gazî me kir û daxwaz ji me kir ku em simbêlên xwe jê bikin û gotin eger na hûn dê ji kar bên derxistin. Ji ber ku em li dijî vê daxwaza wan hatin, em 12 kes ji kar hatin dûrxistin.”
Cemal Kakeyî diyar dike ku simbêl tenê weke hincetekê hatiye nîşandan û wiha pê de diçe, “Dema ku ew biryara wan gihişt destê me em matmayî man. Di maweyê 2 salên xebatê de em rastî ti kêşeyekê nehatibûn. Nabe ew ked û xebata me ya 2 salan neyê dîtin. “
Cemal Kakeyî destnîşan dike ku wan Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê jî ji bûyerê agahdar kirine û radigihîne, tevî ku soza vegerandina bo kar hatibû dayîn jî heta niha ti gavek bo vê yekê nehatiye avêtin. Kakeyî dibêje, “Ev saleke di reweşeke mexdur de em li bendê ne. Mafê me yê vekirina doza qerebûyê heye. Eger em bo kar neyên vegerandin em dê vî mafê xwe bikar bînin.”
Sendîka ketiye dewrê
Karkerên Kakeyî ji bo wergirtina mafên xwe, serî li Tora Civaka Sivîl a Hewlêrê ku nêzî 50 rêxistinên civaka sivîl di bin sîwanekê de kom kirine, dan. Ev Tora Civaka Sivîl jî ji bo balkişandina ser rewşa wan karkeran di nav hewldanan de ye.
Serokê Tora Civaka Sivîl a Hewlêrê Rêbaz Yûsif, ji Rûdawê re aşkere dike, “Li gor yasayan berpirsyariyên civakî yên wan kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin hene. Yek ji van jî, rêzgirtina bo çand û baweiyên xelkê wê herêmê ye, ku lê kar dikin. Ev kompanî, berpirs in ji dabînkirina derfeta kar jî.”
Yûsif afaxtina xwe wiha didomîne, “Meseleya simbêlan hincet e. Wan bi wergirtina mirovên xwe li şûna wan karkeran ev yek nîşan daye. Ji ber wê yekê em dev ji vê doze bernadin. Eger ev kompanî di berjewendiya karkeran de biryarekê wernegire em dê li dijî wê doz vekin.”