Ji ber stranên Kurdî ceza li hunermendê Kurd hat birîn

.

 Hunermendê Kurd Kasim Taşdogan ji ber gotina sê stranên Kurdî bi hinceta "propgandaya rêxistinê" bi 30 meh cezayê gurtîgehê hat cezakirin.

Taşdogan ragihand her sê stranên Kurdî yên ku gotine yasayî ne lê ji her yekê wan 10 meh ceza wergirtine û got:

"Ev yek ji bo min cihê şanaziyê ye. Faşîzm li karê xwe dinêre û em jî li karê xwe."

Derbarê hunermendê Kurd Kasim Taşdogan de ji ber ku di Newroza sala 2023yan a li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê de strana "Serhildan Jiyan e" gotiye û her wiha di konsereke li bajarê Çanakkaleyê de stranên "Ronahî-Berîvan" û "Hatin" gotine bi hinceta "propgandaya rêxistinê" doz hat vekirin.

Pêşî beraet paşê ceza

20emîn Dadgeha CezayênGiran a Îzmîrê 19ê Adara 2024an derbarê Taşdogan de biryara beraetê da lê dozger îtîrazî biryara dadgehê kir.

Li ser îtîraza dozger, Daîreya 2yemîn a Cezayan a Dadegeha Herêmê ya Îzmîrê îro ji ber gotina her sê stranên Kurdî  Kasim Taşdogan bi hinceta “propgandaya rêxistinê” 30 mehan cezayê girtîgehê lê birî.

"Faşîzm li karê xwe dinêre, em jî li karê xwe"

Hunermendê Kurd Kasim Taşdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de peyameke belav kiriye û got:

"Min di du dosyayên cuda de ji sê stranên ku yasayîbûna wan hatiye belgekirin ji her yek ji wan stranan 10 meh cezayê girtîgehê wergirt.

Ev yek bo min cihê şanaziyê ye. Gelek hevalan nivîsiye û peyam şandine, malî ava hevalno.

Heya niha min ne dixwest bikim mijar. Ji îro pê ve jî ne mijar e ji bo min. Faşîzm li karê xwe dinêre, em jî li karê xwe."

Taşdogan her wiha ragihand ku ew dê derbarê biryarê de îtiraz bikin.

Kurdistan Haberleri

Serokê Koreya Başûr hat desteserkirin
Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî li Şamê dest bi hevdîtinan dike
Serokatiya Herêma Kurdistanê û şanda Amerîkî reformên li ser Pêşmerge gotûbêj kirin
Mezlûm Ebdî: Ji bo Kobaniyê piştgirî pêwîst e
Bexda xwe ji bicihanîna madeyên destûrî vedidize