Wezîrê Hikûmeta AKP yê Bajarvanî û Hawirdor Mehmed Ozhasekî îro li Dîyarbekirê bi "Bismîllah" start daye ku navçeya Sûrê ya Amedê ji nû ve ava bikin.
Lê îtîraza Şaxa Amedê ya TMMOB (Yekîtîya Odayên Mîmar û Mihendîz yên Tirkiyê) heye. Serokê rêxistinê Şerefxan Aydin dibêje; projeya ku hukimet ava kiriye bi wan û bi rêxistinên din yên eleqader re parve nekirîye û di derheqê projeyên de agahîya wan tuneye. Aydin gotîyê; "li navçeya Sûrê 6 qereqol ava dikin; ji ber sîyaseta wan ya emnî tevna bajêr ya dîrokî tehrîb dibe û ev di rismên ku li bilboordayan jî xistine de xuya dike û ew amadeyî dikin ku îtîrazê projeyê bikin."
UNESCO navçeya Sûrê xistibû lîsteya Mîrata Kulturê ya Dinyayê; ev navçe di şerê xendek û barîkatan de ku 103 roj dom kiribû piranîya wê xereba bibû.