Li gorî rojnameya abcyê li paytaxta Tirkiyê li Anqerê grûbek tirk ji bo alaya Tirk hilnedaye li turîstekî fransizî bi aweyekî pê şkence bikin, lê xistine û û vîdeoya wî jî di medyaya soyal de parve kirine.
Di vîdyoyê de dihê dîtin ku turîst tirkî nizane le ew jê re dibêjin; ”tu alaya tirkî hilnegrî tu yî lêdanê û koteka bixwî, ku em alê didin te, tu mecbûrî hilgirî lawê min, divê tu bibî meriv”
Ev bûyer nîşan dide ku însanên tirk ew bi xwe hîn nebûne mirov û ji toleransê, demokrasîyê û ji şaristaniyê gelek dûr in û bêpar mane.
Wek dihê zanîn piştî darbeya biserneketî ya 15ê Tîrmehê li ser banga serokkomarê Tirkiyê Erdogan tereftarên wî bi navê “nobeta demokrasîyê” alaya tirk hildidin û derdikevin kolan û meydanan.