Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyeyê, bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê jî di nav de, ji bo bajarên Çanakakkale û Tekîrdag ên Tirkiyê ji bo sê qadan biryara lêgerîna petrolê da.
Rojnameya fermî ya Tirkiyê ragihandiye ku moleta lêgerîna petrolê bo Kompaniya Arar a lêgerîna Petrol û Gazê hatiye dayîn ku wê heta 5 salan li sînorên herêmên Colemêrg, Çanakkale û Tekirdagê lêgerîna petrolê bike.
Hatiye diyarkirin ku wê li Colemêrgê li ser qadeke bi qasî 22 hezar û 212 hektaran lêgerîna petrolê bê kirin.