Ji bo destûra nû ya Sûriyê 7 welatan bang li NY kir

Hat ragihandin ku 7 welatan ji bo amadekarina destûra nû ya Sûriyê bang li Netewêen Yekgirtî (NY) kir ku komîteyeek destûrê ava bike.

Wezareta Derve ya Amerîka daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wezîrên derve yên Amerîka, Fransa, Almanya, Îngîltere, Misr, Urdin û Erebîstana Siûdî li New Yorkê civînek pêkanîne û daxwaz ji NY kirine ku li Sûriyê ji bo proseya siyasî pêngavên pêwîst biavêje.

Di wê daxuyaniyê de hat gotin ku wezîrên her 7 welatan tekezî li ser wê kiriye ku ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê pêwîstî bi dîplomasî û îradeyeke navdewletî heye û wiha hat gotin, “Li Sûriyê çareseriyeke Leşkerî çênabe û alternatîfa çareseriya siyasî nîn e. Ew aliyên ku li pey çareseriyên serbazî ne tenê dibin sedema zêdebûna alozî û kurbûna krîza li wî welatî.”

Herwiha wan welatan daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ku ji bo destûra nû ya Sûriyê û derbasbûna qonaxa siyasî komîteyeke destûrê pêk bîne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin