Ji bo “hestiyên li bin avê derketine" serî li Serdozgeriya Erdîşê dane

.

ÎHD, Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Şaxa OHDê ya Wanê, Nûnertiya ÇEV-DER û nûneriya TÎHVê ya Wanê, ji bo lêkolînkirina hestiyên ku li gundê Partaşê piştî ava bendavê kêm bûye û derketine ser rûyê erde serî dozgeriyê dane.

Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD), Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Şaxa OHDê ya Wanê, Nûnertiya ÇEV-DER û nûneriya TÎHVê ya Wanê, ji bo lêkolînkirina hestiyên ku li gundê Partaşê piştî ava bendavê kêm bûye û derketine ser rûyê erde serî dozgeriyê dane.

Nûnerên rêxistinên hiqûqê ku li herêmê lêkolînan dikin aşkere kirine ku ew ê pêvajoyê bişopîne.

Ajans 65an nivîsandîbû ku bendav 120 kîlometre dûrî navenda Wanê ye û 10 kîlometre jî dûrî navçeyê ye. Ava çemên herêma Zîlanê li vir kom dibin. Bendava Koçkopruyê di navbera salên 1978ê û 1992yê de li gundê Agaçorenê hatiye avakirin. Li ser bendavê Santraleke Hîdro Elektrîkê (HES) hatiye sazkirin ku di sala 2020ê de dest bi kar kiriye û piştî av li vê derê kom bûye, ava bendavê kêm bûye.

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Mehmet Karataşî jî ji bianetê re gotibû, “Divê dozgerî xebatekê bike bê ka ew hestî yên mirovan e yan jî yên zindîwerên di in û divê lêkolînê li ser hestiyan bike. Rast e li wir qirkirinek pêk hatiye lê divê derbarê vê mijarê de xebateke berfireh bê kirin û rastiyên berbiçav derxin holê.”

Qetlîama Zîlanê

Qetlîam di 13ê Tîrmeha 1930î de destpê kiriye û di encamê de 5 hezar gundî hatine kuştin û 44 gund hatine tunekirin. 

Rojnameya Cumhuriyetê di 16ê Tîrmeha 1930î de nûçeyek derbarê qetlîamê de çêkiribû û gotibû: "Li girên Çiyayê Araratê balafirên mi bombebaraneke xurt li dijî rêbiran pêk tîne. Çiyayê Agiriyê her gav di bin teqîn û agirî de dinale. Qertelên hesinî yên tirkan hesabê serhildêran paqij dikin. Newala Zîlanê hetiye ber hevê xwe bi cesedan tijî bûye."

Nûçegîhanê nûçeyên taybet ê Rojnameya Cumhuriyetê Yusuf Mazharî di nûçeya xwe de gotibû ku li Newala Zîlanê 15 hezar mirov hatine kuştin. Li gorî hin çavkaniyan 47 hezar kes hatine kuştin. 

Piştî qetlîamê dest danîbûn li ser mal û milkên gundiyan. Gundiyan di sala 1950yî de ji bo mal û milkên xwe bi şûn de bistînin serî li Dadgeha Asliye Cezayê ya Erdîşê dabûn lê ti encamek bidest nexistibûn. 

Nûçe: Bianet

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'