Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn

.

Hat diyarkirin ku ji bo Hevseroka Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê Bîrsen Orhanê biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh êvarê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsim û Şaredariya Pilûrê ya Dêrsîmê kirin.

Li şûna Serokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak, parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin û li şûna Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul jî qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan îro dema diçû mala xwe ya li Kolana Huherê ji aliyê polîsan ve rê li berê hate girtin.

Bîrsen Orhanê bertek da vê yekê û jê re hatiye gotin divê îfadeyan bide û xelkê derdorê jî bertek nîşanî vê yekê da.

Piştî ku kesên li dijî biryara tayînkirina qeyûm li Qada Seyîd Riza nobet digirt çûn Kolana Hunerê, Bîrsen Orhan serbset hat berdan.

Her wiha Bîrsen Orhanê li ser rewşa xwe daxuyaniyek da û got:

"Ji bo îfadeyê bangî min kirine, eger bê û ez bêm desteserkirin jî têkoşînê bidomînin."

Hate zanîn ku dê Orhan bi parêzerê xwe re biçe îfade bide.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir