Ji bo hînbûna soranî 'Hînker'ek derket

Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê "Hînker"ek din derket lê vê carê bi soranî.

Navenda Nüçeyan- Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo hînkirina zimanê kurdî (kurmancî) çend set bi navê "Hînker" wekî pirtûk derxisibûn, niha yeka din li wan zêde bû. Lê vê carê ne bi kurmancî bi soranî derket. Ji bo yên bixwazin hînê soranîn ev Hînker dê bibe çavkanîya sereke.

Ev Hînkera navê "Hînker, Kurdîya Navendî (Soranî)" lê kirine  ji alîyê Dr. Hewa S. Khalid ve hatîye amadekirin. Pirtûk bi zaravayê soranî, bi tîpên erebî hatîye amadekirin û di destpêka pirtûkê de alfabeya erebî hatîye pêşkêşkirin ku ji bo hînbûnê latînîya wê jî heye.

Hînker beş bi beş e û li Bakur wekî yekem pirtûkek bi vî rengî ye ku hatîye weşandin.

Ev "Hînker" ji bo asta yekemîn hatîye amadekirin û dê astên din jî bên. Ligel pirtûkê ji bo hînkirinê xurtir bike DVD'yek jî hatîye amadekirin û ligel wê tê belavkirin.

Dîyarname

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne