Çayan Okuducî/Gazeteduvar
Jinên kurd ne tenê di qada şer de xwe îspat kirin, di qad û qonaxên hunerê de jî karên qedirbilind derxistin meydanê. Çi helbest, çi roman, çi rexne, çi wergêr, her roj bi kiras û dengê xwe neqş dikin
Mîna Acer pirtûka wê ya ewil bi navê 'Kulilkên Mala Mirîyan'[1] ji xwînerên kurmancî re bi çil şi’rê xwe got, merhaba. Tiştên ku ezê di dawiyê de bêjim, dixwazim di serî de binîm ziman. Helbest û rêya helbestkarî dûr û dirêj e. Zehmet e, sebrê dixwaze, evîniyek yek alî dide meşandin, kûr û bi kul e. Di qada helbestkarî de ewê gellek xwestek û daxwazên wê, hêvî û xeyalên wê bên şikestin. Her roj dê êrîş bikin, di hiş û dilê wê de her tim dê ev pirs zindî be “çima?” û “bo çi?”. Ev pirs bo nû kirinê û bo hêza dil û hişê wê re jî ewê sebrê bide honandin. Acîzbûn, hêrsbûn ewê weka kirasek her dem li ser mil be, çimkî helbestkarî gellek caran karê dil û wicdanê ye. Ji ber neheqiyan hûnê ji xwe bikevin, qêrînên wê dê gellek caran bêdeng bin û di nav sing û dilê wê de dê wêran bike. Mecal û sebr ewê têr neke, di qonaxek zorê de hûne bibin wek ta û hûnê li pey derziya xwe bikevin. Ewê peyvên qedîm ji wê re ronahî hêma bike, weka şîrê dayika wê ji wê re bibe hêvî û berxwedan. Dengê kurmancî, bo rabûna ser çokan jî wê re bibe yar û dost. Wek helbesta wê ya bi navê Kul de risteyên ku me xwendiye; “ketiye zikê min/maye/wek noka ji devê patozê reviyayî”
'GELLEK HELBESTKAR XWE HELBESTÊN XWE YÊ EWIL DÛR DIXIN'
Helbestkarê me î gewre û dilzîz Feqiyê Teyran di helbesta xwe ya ‘ay dîlberê’ de gotiye “tu him derdî him dermanî/him hekîmî him loqmanî”. Helbest, ewê bo helbestkaran bibe derman jî derd jî, bive êş jî keyfxweşî jî. Rilke dibê, “her tişt pêşîn hemil dibe û dû re dizê”, tûrika wê ya jiyanê ewê her tim tije bibe û bo bargiraniya dilê, ewê bivê nevê xwe birjîne ser rûpelan. Helbestên ewil bêhtir dibin siya dîmenên ku ji derve êrîş dike, di hiş de dide çîk kirin; roj bi roj di berheman de bi alîkê ve hest li alî din ve jî bi destê hiş ve aloziyek sistematik ewê bide honandin. Ev kaosa ku di hindir de diqewime, piştî bi sekn û sebrekê ve dikeve formek, wate ji em dikarin bêjin sanco ne. Ka em dîsa dorê bidin Rilke, “ (…) qîymeta salekê tuneye, û deh sal tiştek nînin; hunermendî tê vê maneyê: napîve û najmêre”. Ev hevok ji me re dibe: sebr û wext. Gellek helbestkar, ji helbestên xwe yê ewil dûr dixin, qebûl nakin, serî lê nadin û “ez, ew nîbûm”, “dibin bandora hestên xav de” pirtûkên xwe yî ewil red kirin. Xwînerên kurd bi xwendin û analîzên xwe zor in; bi nêrina rexne û nirxandinê de jî gellek li pêş in. Bi saya vê şiyarbûnê berhemên ku tên weşandin û ewê bên weşandinê di rêya zor û dijwar de derbas dibe û tê destê me. Ev jî ked û sebra wê dide nîşandin.
'HIN KES HENIN BI HÊVIYA ROJEK BÊN FEHMKIRIN DIJÎN'
Çi nivîskar çi helbestkar çi hunermend, li paşxaneya berhemên xwe de xurt nîbin teqez di rûpelên dîrokê de zûzûka hinda dibin, secereyên wan jî nayê xwendin. Hin kes henin bi hêviya rojek bên femkirin dijîn, ev nêrin nêrinek seqet û ji xwe bawerbûne dûr e. Gelo ev mijar dibin xwe de çi dihewîne? Gelo ev xwîneran biçûk dîtin nîne? Ev mesele ji xwe û ji xwînerên xwe re bêbaweriya nahewîne. Ti car di hiş û ramanên de ev hevoka ez ê rojek bêm femkirin bila ne zindî be, ev dafek meriv xwe bi xwe dike navê, ev hevok dijminê hemûyan e, çiqas jê dûr ewqas ji xwe bawerbûnê hêma dike. Lê helbestkar û nivîskarên kurd karên wan gellek zehmete çimkî xwîner baş zanin çi berheme çi ne berhem e!
'ACER, RISTEYÊN XWE GIHÎŞTANDIYE SENTAKSA MODERN'
Di helbestên Mîna Acer de tiştê balkêş -bi pirtûka ewil- helbesta modern bi çi awayî tê nivîsandin, di kîjan qonaxan de derbas dibe? Hermetîk û zelalbûnê çawa di helbestan de weşandiye? Peyvrêziya helbestan de bi kîjan metafor an jî sifatan di şi’ra xwe de deriyê firehiyê û tengasiya vekiriye? Acer, bi form û uslûba xwe, risteyên xwe gîhiştandiye sentaksa modern. Şa’r di helbestên xwe de teserufek baş hildaye, helbesta xwe ji kêvjikan xelas kiriye, helbesta xwe ji îmgeyên bêsebeb an jî yên beredayî ve li dûr xistiye. Wate eşkere û saf e. Geremola peyvan an peyvrêzan gellek kêm in, ne bi çav ne bi wate ne jî bi hêmayên tewş xwîner acîs dike. Bêguman şa’r ewê bi nêrinên xwe xwîneran aciz bike, bi wate û peyaman ewê aciz bike, ewê bi bîr û bibîraninan aciz bike, ewê bi derd û kulê gelê xwe aciz bike, ewê qala rewşa me ya îroyîn bike. Di helbestan de hûnê keyfxweşiyek an aramiyek çargavî nebînin. Aramî û şabûn dibin xiracira civakê de ewê carcarna serî rake lê her tim birîndar û şikesti be û ewê ji xwe nerazi nebe.
Bi van dîmenan û destnişaniyên helbestan çi eşkere û çi hermetîk be pirtûka “Kulîlkên Mala Mirîyan” civakî ye. Tiştê ku hêma dike realîstin û em dikarin xwe bigîhijînin ser hebûna jinê û bi îmgeya jinê jî û werin ser rewşa welat. Welat di helbestan de wek banêye an jî weka esmanek gewr emê bihesîbînin. Dibin esman de: jin, zarok, hêvî, biranînên ku nehatine jibîr kirin, keyfxweşî, xwestek, hebûna ziman, têkoşîn/têkoşerî, li dijî civakê/a xwe şikestî û bi dilnermiya xwe jî dayikan bi bîr dixe. Ka em dorê bidin risteyên şa’r; “ kirasê reşgirêdanê li bejna me hatibû alandin”, “bila mala dehakan li kelefeyên xwe rast neyê”, “ew rêya ku çend hezar ji xwe re kiribûn rêwîyên welatê”, “wê rojê bablîsokek rabû/û celadan zimanê welêt ji kokê rakirin”, “bila nîvçe bimîne kenê te li kûçeyên dilbixwîn”, “tilîyên xwe li dora kulîlkên min ên bûkanîyê negerîne”. Ev risteyên ku me xwend ji helbestên cûda cûda bûn. Di bingeha van risteyan gelo çi dihewe? Bi kîjan zanistiyê hatiye vekirin û nirxandin? Îmge ji me re dibên çi yan jî îmgeyên ku hatine afirandin peyamek çawa digîhijîne xwîner?
ACER BI PIRTÛKA XWE YA EWIL “REALÎST Û CICAKΔ YE
Acer, bi disîplîna karûbarên civakî/sosyolojiyê ve helbestên xwe nivîsiye, jixwe di biyografiya şa’r de em hîn dibin ku beşa 'Karûbarên Civakî' xelas kiriye. Min du car peyva “peyam”ê bi kar anî, ev ne bêsebeb bû; şa’r bi karên civakî re, li ser disîplîna zanistî hûr bûye û gellek mesaî jî li pişt xwe hiştiye. Vêga em dîsa gotina xwe dubare bikin; Acer, bi pirtûka xwe yê ewil “realist û civakî” ye. Evîn wek merîkor ji konêxo serî derdixe, bi lez û bez dîsa dikeve konêxo. Helbestên şa’r ji lîrîzmê dûr in, hema em dikarin bêjin tineye. Ev ne kêmasiyek e, an binketiyeke, hestên ku li şa’r vegeriyaye bi hişek analîtîk bi nêrinek sosyolojîk ve hatiye girêdan. Di vê de em serî li kahînbûnê xin, vêga heweskarên şi’r nivîsandinê yek car em dibînin ku di nav hestên xav de noq dibin. Acer lîrîzma xwe bi min, bi zaneyî veşartiye. Ev jî bo pêşaroja helbestkarî xwe tûrik tije kirine. Helbestên Çavsorî, Asîman, Kulîlkên Bûka Kefenspî, Zemanê Zîz, Şeva Sor, Gul û Evîn, Havîna Mîratê di van helbestan de; helbestên ku ewê bên nivîsandin; ji me re şopa lîrîzma şa’r dide xuya kirin. Atmosfera helbestên vebêjî yê em dixweynin. Di nav risteyan de vebêjiya epîkê tê xuya kirin, ev ne bi epîka kevnar hatiye honandin, em dikarin bêjin neoepîk e.
Vêga epîka nû -neoepîk- bi uslûbek û formek modern tên nivîsandin, bi alî kî xwe ve jî meriv dikare bêje serdema xwe tomar kirin e. Serdema ku şa’r/hunermend tê de dijî bi her alî ve dikare bike mijara wêjeya xwe; çi kêmasî, çi serfirazî, çi tedayî, çi keyfxweşî, çi neheqî, çi xwarin û vexwarin çi hêvî û şikestiyên ferd, civak, neteweyî be. Epîkên berê ku di nav gel de bi dev hatiye roja me bi her alî ve jiyana wan û rojên wan li ber çavan radixe. Mînak di destana Siyabend û Xecê de, ger ên Siyabendê Silîvî de: xwarina viya di serdema wî de çi bû û bi çi awayî dest dixist em kêm-zedê zanin. Kincên wî, aborî û têkîliyên wî yê bi civakê re, xwestek û xiyalên wî, mêrxasiyên wî, şerên wî, yê bi şûr û mertal, rêwîtiyên wî yê li pey felekê û evînê dîsa kêm-zedê di destê me de doneyên wî henin. Bi saya destana xwezayî em hîn dibin ku di welatê me de çi qewimiye. Ev tomar kirina hunermend e, hunermend ne tenê afirîner e, bi hunera xwe serdema xwe tomar kirine jî. Kulîlkên Mala Mirîyan bi rihê neoepîk, serdema xwe tomar kirin, nirxandina dema xwe ye. Ne bi qaraqarê û ne jî bi gelagalê bilêv dike. Balkêşiya wê jî di bingeha jinê û jiyanê ve hatiye girêdan, hatiye bilêvkirin. Qêrînek modern e, qêrînek realista jinên welatê me ye.
ACER DEV JI PARASTINÊ BERDAYE, ÊRÎŞ DIKE
Vêga emê li ser sê îmgeyên şa’r bisekinin-şîrove bikin, binirxînin. Di pirtûkê de sê îmgeyên sereke henin: Jin, bûk û kulîlk. Ev sê îmge bi metaforan hatiye xurt kirin mal, sor û sorxwîn, mirî, rê û rêwitî, kefen, ken, dayik, mifte/kilît, guldank û hwd. Bi van metaforan jî îmgeyên xwe î sereke bilind û xurt kiriye. Di helbestan de îmgeya jin bi dengek modern diaxive, ne bi parastinê ve ber xwe dide, êrîş dike û dide teşîr kirin; li dijî jinan polîtîka ku tê meşandin, mixabin civakên patrîarqal de jin her tim di parastinêdane. Acer, dev ji parastinê berdaye, bi rihê jinên têkoşerî li ber xwe dide, êrîş dike. Ev pergala nû ye bo jinên Rojhilata Navîn, bêguman bi dil û destên jinên kurd û rêhevalên wan destpêkir, serî hat bilindkirin. Bi can û rihên xwe, bi wêrakiyên xwe î bêhempa, bi hişên xwe î rexnegirî ve li dû pirsên xwe çûn û hê jî ev meş didome. Çend hezar salin di bin zîhniyeta patrîarqal de tên qitkirin. Jinên kurd ne tenê di qada şer de xwe îspat kirin, di qad û qonaxên hunerê de jî karên qedirbilind derxistin meydanê. Çi helbest, çi roman, çi ceribandin, çi çîrok, çi rexne, çi wergêr; her roj bi kiras û dengê xwe yên rengo rengo neqş dikin.
JI BO LIHEVHATINÊ BÛKAN DIKIN QURBAN
Îmgeya duyem jî 'bûk' e. Peyva bûkê çi hêma dike? Bûk; di bingeha xwe de kîjan peyaman dihewîne? Bûk, bo gelên Rojhilata Navîn re tê çi maneyê? Îmgeya bûkê, di serî de jiyanek nû hêma dike, ji qonaxek derbasbûna qonaxek din e. Bi reng sor tê xemilandin, bi zêr û hinê tê nîşandin, bi reng spî jî safbûne û paqijiyê tê nasandin. Hin caran jî 'bûk' bo destpêkirina ‘xwînî’ jî dibe sebeb, an bo îktîdariyên xwe î herêmî wek perde/hincet bi kar tînin. Ji bo lihevhatinê jî bûkan dikin qurban û berdel. Acer, îmgeya bûkê, bûkaniyê bi hiş û dilek rexnegirî bilêv dike, orf û edetên ku hezar sal in li ser civakê tê meşandin bi nêrinek ters û sivik bi alîkariya hêza dilê xwe û bi metaforên xwe jî rexneya kevnşopiyê şermezar dike. Helbesta Kulîlkên Bûka Kefenspî, Mirêka Bûkê, Bûka Salê, Gul û Evîn de bi îmgeyek seknî bûk/bûkbûnê ji nû ve pêşberî xwîner dike.
HELBEST MÎNÎMALÎSTIN, RISTE HATINE ŞIKANDIN
Îmgeya meya sêyem jî 'kulîlk'e. Kulîlk geşbûnê û bûyînê simge dike, banga mizgîniya rojên nû dike. Daxwaza bêhna şevên şabûnê dike. Qirêj û gemarî hildiweşîne, xwesteka pak û zelalbûna bi reng û tehma xwe dihewîne. Îmgeya kulîlkê ji helbestan re nefesekî, yanî risteyan ji pesîmîsîtiyê xelas dike. Çiqas kulîlk bi mirinê ve hatibe girêdanê jî hebûnê lidardixe. Helbesta herî dirêj Li Der Rêye yê, piştra Mala Mirîyanê ev helbest bi du beşan hatiye nivîsin. Helbest û risteyên wê hevûdin temam dikin. Helbest mînîmalîstin, riste kin û hatine şikandin/tewandin. Helbesta herî kin du risteyê, navê helbestê jî Gazinc e risteyên wî jî ev in; “hûn çawa dihêlin guharên jinekê ji guh werin xwarê/destên we çima kulîlkan dirêjî wê nakin”. Ev helbest, di nav helbestan de herî sert û bi îddîa ye.
Şa’r wate daye pêş, deng û rîtîm pir caran nayê dîtin, wek lîrîzmê dûr ketiye. Helbesta Kurdî bi fenotîka xwe gellek xurt e, bi rîtma xwe gellek herikbare. Şa’r di vê de neheqî li helbestên xwe kiriye, jixwe bi axavtinê diherike, zêde bi alî hiş ve şa’r bayê xwe weşandiye. Ezê nivîsa xwe bi çend risteyên şa’r bi dawî bikim. Û Kulîlkên Mala Mirîyan, bo helbesta me ya kurmancî pîroz be, xwînerên wî gellek bin. Serkeftin û sebrê ji wê re dixwazim û hêvî dikim.
Kitanên Lêç
Ji destên dêya min
her sibe dilê min li bêjingê diket
jê nediweşîya êşa dil
(…)
Çavkanî:
[1]Weşenxaneya Lîs/çapa yekem/2020
[2]Ji Şairekî Ciwan Re Name/ji Almanî bo Kurmancî:Abdullah İncekan/Nûbihar/Çapa Yekem/2016