Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi boneya kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê sibê li Amedê kampanya îmzeyan bidin destpêkirin.
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi boneya Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê dê li Amedê bi civîna çapemeniyê kampanya îmzeyan bidin destpêkirin.
Sibê saet di 11.00'an de dê li Otela Demîr a Sûrê civîna çapemeniyê li dar bixin. Dê nûnerên partî û rêxistinan jî tev li daxuyaniyê bibin.