‘Ji bo parêzer baş biparêzin divê zimanê kurdî hîn bibin’

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin têkildarî ragihandina Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê dîyar kir ku armanca wan, zimanê kurdî li qadên civakî zêdetir xuya bikin û axaftina kurdî ji bo parezerên baroyê pêdivîyek e.

Navenda Nûçeyan - Baroya Amedê, di 23'ê Sibatê de bi munasebata 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî bernameyek li dar xistibû. Baroya, di bernameyê de li ser zimanê kurdî panelek saz kiribû û Komîsyona Zimanê Kurdî ragihandibû. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, têkildarî Komîsyona Zimanê Kurdî ku ragihandin axivî û dîyar kir ku komîsyonê di bin banê Baroya Amedê de vekirine û wiha got: "Ji bo komîsyonê, me ji derve tu alîkarî negirt û bi derfetên xwe li avahîya baroyê dest bi perwerdeyê kir. Heta niha 40 kesî serî li qursan daye û  me dest bi dersan kirîye. Ji ber ku em li bajarekî mîna Amedê dijîn û axaftin bi giştî bi kurdî ye, ji bo vê yekê daxwazîyeke mezin hebû."

 

‘JI BO PAREZER BAŞ BIPARÊZIN DI VÊ ZIMANÊ KURDÎ HÎN BIBIN’

 

Serok Cîhan Aydin qala armanca avakirina komîsyonê kir û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Nêzî hezar û 5 sed endamê baroyê hene. Ligel vê niha axaftina bi kurdî kêm û qels xuya dike. Parezerên baroyê dema bi muwekîlên xwe re diketin têkilîyê, ew baş fêm nedikirin. Ji bo vê jî hînbûyina zimanê kurdî pêdivîyek bû. Ji bo ku parêzer piştgirîyeke baş a hiqûqî bidin, hewceye detayên bûyerê baş fêm bikin. Li ser van daxwazan me dest bi vê xebatê kir. Armanca me ya duyemîn jî ew bû ku zimanê kurdî li qadên civakî bidin jîyîn û axaftina bi kurdî di nav jîyana rojane de şênbertir bikin. Em bi hêvî ne ku di rojên pêş de qûrsên me zêdetir bibin.’

 

‘HEWCEYE HER SAZÎ JI BO ZIMAN LI BER XWE BIDE’

 

Di berdewama axaftina xwe de Aydin, destnîşan kir ku tenê bi komîsyonekê nikarin pêşîya asîmîlasyonê bigirin û ev tişt anî ziman: "Li gorî encamên lêkolînan roj bi roj zimanê kurdî dihele.  Di jîyana rojan e de êdî axaftina bi kurdî pir qels bûye. Nivşên nû zimanê xwe qet nizanin ên zanin jî di asteke pir kêm de zanin. Ji ber van sedemên neyînî, weke Baroya Amedê çi ji destê me were em ê bikin û qîymetê bidin zimanê xwe. Hewceye hemû rêxistinên pîşeyî û sazîyên sivîl ên civakî jî di her xebatên xwe de axaftina kurdî bidin pêş û çi ji destê wan were bikin."

 

PROJEYEN KOMÎSYONÊ

 

Aydin, bal kişand ser hin projeyên komîsyonê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Hin projeyên me yên derbarê komîsyonê de hene. Em dixwazin li ser qanûn û mewzûatên ku di warê zimanê kurdî de li ser wan tengasî hene lêkolîn bikin. Ya din jî di pêşerojê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdê û hestîyarîyeke çê bibe, em ê têkevin nav liv û tevgerê."

 

MA

 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn