Zarok, ciwan pêşeroja civakê ne. Ev rastîyeke sosyolojîk û ilmî ye. Lema perwerdehîya wan di her civakê de meseleyekî esasî û girîng tê dîtin û liser tê sekinandin; mijar her di rojeva pedagog, perwerdekar, rewşenbîr û berpirsyarên dewletande ye. Ji bo pêşketin û serkeftina perwerdehîyek rast û pak, her li ser dixebitin û serê xwe têşînin.
Ji bo civaka Kurdên Bakur ev mesele dubare muhîm û girîng e. Çimkî li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune û asîmilasyonek har û bê sînor tê bikaranîn. Lewma di vê babetê de rewşenbîr, siyasetmedar û hemû welatparêzên Kurd gerek dubare serê xwe biêşînin û liser vê mijarê bisekinin;
Ka em di van şart û mercan de karin çi bikin?
Ji bo tesîra asîmilasyonê kêm bibe an ji holê rabe, em karin çi bikin?
Bê guman, halê hazir, di van şartên bêdewletbûnê de ji holê rakirina asîmilasyonê ne mumkûn e, lê jibo sistkirin û kêm kirina wê tiştên ku em karibin bikin hene.
Ligora dîtina min;
Pêşî em karin, dinav malbatê de bi zarokên xwere bi Kurdî biaxivin û nehêlên zimanê zikmakî jibîr bikin.
Em karin zarokên xwe wek Kurd mezin bikin û jiyanek Kurdewarî ji wanre amade bikin.
Em karin di dibistanande Kurdî wek dersa bijarte hilbijêrin.
Siyasetmedarên me karin, Kurdî bikin zimanê rêxistinên xwe û perwerdahîya ziman wek perensîbek sereke têxin hedef û armanca partî û saziyên xwe.
Em karin wan wek însanên baş, waletparêz, xwedî wijdan, xwedî terbîye û xwedî merhemet perwerde bikin.
Em karin wan di dreheqa xwezaparêzîyê ajalparêzîyê, di derhaqa heq û mafên însanande agahdar û fêhmdar bikin, perwerde bikin.
Û em karin van şîretan ji wan kêm nekin:
— Hinek însan kinin, hin dirêjin, hin şîşmanin, hin jî zeîfin. Hin însan bi qusurin, mînak; lalin, kerin an korin. Ev taybetbendî hemu ji bo însanin û normalin. Gerek meriv henekên xwe bi van taybetîyên însanan nekin. Çimkî leptên wiha wan însana pir têşîne.
— Hin însan feqirin, îmkanên wan tune ku cil û bergên nûjen lixwekin. Lê xeyal û xwestekên wan jî hene...
— Qencî jî heye, xerabî jî. Ya muhîm meriv qencîyê bike û bibe însanekî qenc.
— Însanên qenc xerabîyê nakin, zordarîyê nakin, neheqîyan nakin, ezîyetê li kesên bêhêz nakin.
— Însanên qenc, ji mezinanre hurmet û rêz digrin, ji biçûkanre hezkirin û şefqetê kêm nakin.
— Însanên qenc, pak û paqijin. Derdora xwe, sikak û kolanên xwe paqij digrin.
— Însanên qenc, qaîde û kuralên trafîkê îhlal nakin û di jiyana xwede van qaîdan bikartînin.
Her wiha em karin zarokên xwe bi van taybetmendiyan perwerde bikin û bi van şîretan mezin bikin.
Ew kopîya me ne; Em însanekî başbin ew jî wê bibin însanekî baş. Em Kurdekî başbin, ew jî wê bibin Kurdekî baş.
Em karin wan hem wek înanekî baş hem wek Kurdekî baş perwerde bikin û mezin bikin.
Û hûn sax.