Ji bo pêşketin û serkeftinê, rûbirûbûn

Cano Amedî

Cano Amedî

Ew kesên ku di nav refên têkoşînê de cîh girtine, bi şêweyekî rêxistinî kar kirine an jî hesbil qeder di gêrînoka têkoşînê de bi awayekî di nav kar û xebatên siyasî de cîh girtibin/hewl dabin, kêm zêde xwedî nêrînekê ne. Kêm zêde di derbarê erdhêja civakî ya 12ê Îlonê de xwedî  tecrube û birînên civakî ne. An jî kêm zêde xwedî çîrokekî ne. Ji ber wê yekê herkes li gorî ked û  xebatên xwe jî mafdare di derbarê pêvajoyê de çend gotinan li hev birîsîne...

Bi taybetî ew kesên ku di wan rojan de pêşengîya têkoşînê dikirin, kadroyên navendî  û kadroyên herêmî di serî de bingeha hemû tevgerên sîyasî xurt û bihêzbûn. Potansiyeleke girsayî weke dilsoz, alîgir û piştevan hebûn. Bi giranî îdealîst, jîrek, fedakar û xwedî kelecanîyeke germ bûn. Xewn û hêvîyên wan zîndî û hestên wan bi coş bûn. Civat bi kelecanîyek germ û welatparêzî nêzîkayî nîşan dida. Di wê pêvajoyê de erdekî (axekî) beyar hebû, her tevger, rêxistin û partî tovê xwe direşandin û dixwestin zûtirîn wext dest bî çandina berhemên xwe yên siyasî bikin.

Piştî demek dûr û dirêj, tevî hemû astengîyên civakî, sîyasî û aborî, dîsa jî ax û civat bersîva hewldanên lêgerînên sîyasî dida û da jî!

Îro ew kesên ku temenê wan di derdora 60î,  70î  da ye, wê demê baş dizanin. Di derbarê, hest û kelecanîya nifşên wê demê de xwedî zanyarî, tecrube û çîrokên cuda ne. Nifşekî îdealîst, fedakar û kelecan bû, pêlên hişyarbûnê û li doza xwe xwedî derketin her diçû zêde dibû. Pêlên hişyarbûnê di nav civatê de belav dibû, tevgerên şoreşger û kurdperwer li dijberê partîyên girêdayî sîstema dagirker di hilbijartinên şaredarîyan de encamên balkêş bidest dixistin.

Demsalên sîyasî her diçû germ dibû, kelecanîya desthilatdar ber bi nakokî û cûdabûnên îdeolojîk ve diherikî.  Ji bo rêxistinbûnê potansîyelek dewlemend raxistibû ber kadroyên pêşeng, lê belê  xeşîmîya kadroyên sereke, bê tecrubeyî û bayê li seranserê dinê li ser bingeha nakokîyên şerê sar û îdeolojîyan dimeşîya, asoya tevgerên sîyasî teng kiribû. Her alî di taxa xwe de, rê û rêbazên “Dinêyek nû” diqîrîya. Dengê durûşmên wan tenê di taxa wan de dengvedida û ew dengê îdeolojîk û berz bawerîyek dida hawirdorê taxa wan, li taxê din çi dibûn, çi diqewimî, sîyaseta dinê ber bi ku ve diherikî, dewletên dagirker li ser kîjan projeyan tevdigerîyan û di çi astê de bû, problem û pewîstiyên welat çi bû?  Pirs û bersivên di derbarê wan mijaran û pêvajoyê  de îro jî cîhê munaqaşê ye!

Îro dîsa jî, cîhê  balê ye, di wan salên derbasbûyî de bi qasî ku dîrok û têkoşîna neteweyên din me alaqadar dikir, êş û derdên me ewqasî di rojeva me de cîh nedigirt! Ev bi xwe sedemên wêneyên trajedî û têkçûna me ye.

Çîroka derbasbûyina 50 salên dawîyê,  bûye çîroka hirçê. Hemû wersîyonên çîrokan li ser  hermê ye.  Ev çîrokên hanê bi serê xwe panorama sîyasî, civakî û dêrûnî radixe ber çavan. Travmayên civakî, malbatî û kesayetî bi serê xwe nîşana şikestin û hilweşandina çand û nîrxên civakî ye.

Di dema xwe de, gava li ser kêmasî û şaşîyan bihata rawestin, sebeb û sedemên têkçûna pêvajoyê, wê bi hêsanî bihata fahm kirin. Heger di nav kadroyên sereke de dîyalog û empatî hebûya, ew kêmasî û şaşitîyên ku rewşa îroyin radestî me kir, wê cuda bûya û emê li ser çîrokên hirçê ewqasî jî nerawestîya bûna.

Rast e, em nifşekî îdealîst, fedakar û xwîngerm bûn. Ev nifşê hanê bi ku da çû, çi bi wan hat? Niha di çi rewşê de ne? Ew hejmarên bi deh hezaran dihat îfade kirin, çi bi wan  hat? Ev nifşê hanê, niha bi çi karî ve mijûlin? Kedkar û alîgerên wan rojan niha li kîjan dîyarî û bi çi karî mijûl dibin? Ew hejmara hanê, bi tevahî  nemirine û piranîya wan jî di nav civatê de ne. Gava mijar di derbarê derbasbûyinê de vedibe, ew sermayeya çend salan, hevaltî û hevrêtîya wê demê bi dawî nayê! Ji ber vê yekê mirov bixwaze an nexwaze, vê pirsê ji xwe û derdora xwe dipirse. Gelo ev potansîyela hanê, ev girsayîya hanê hemû ne mirin?

Berpirs û têkoşerên wê demê, alîger û dilsozên wê demê kêm zêde li wargehên sîyasî xuya dikin. Elbette bi van pirsan armanca me ne ewe ku, em ji mirîyan zîndî; ji zîndîyan mîrîyan peyder bikin. Armanc ewe ku em bi hêsanî bikaribin dîrok û derbasbûyîna xwe di ber çavan re derbas bikin, ji bo sibêrojê jê dersan vebigirin.

Eger heta niha tevgerên netewî bihêz derneketibin qada sîyasî, bi ya min yek ji wan sedeman jî, ji ber ku  bi şêweyekî rasteqîn di derbarê salên borî de nîrxandinek giştî nehatîye kirin. Rûbirûbûnek hûqûqî pêknehatîye. Weke teorîk, bi gotin û propaganda me hemûyan dizanibû rêya şoreşê bi zehmetî û tengasîyan hatîye asê kirin. Lê mixabin di pratîkê de, di jiyana rojane de, ew kesên ku bi wan pêvajoyên  dijwar ve rûbirû bûn, dîtin ku gava gotin û kirin nelihev bin, an jî teorî û pratîk hevdû piştrast nekin, bawerîya her tiştî li hemberî hev şikestinekê dixwe û weke dilê birîndar her tim lawaz dimîne. Bawerî, bi qasî çiyayê Agirî girîng û stargeha hestên şoreşgerîyê ye. Bawerî, mertalê zîndî ye ku mirov li hemberî pêlên  ba û bahozan, li hemberî ley û laseran bi hêz dike. Bawerî, bingeha demsal û biharên nû ye. Wargehên ku bawerî lê derizî be û derîyê dîyalogê girtî be, li wir şikestin û têkçûn destpêdike. Ji salên 1980an û vir de, ev nexweşî li hemû taxan destpê kir û her çû ew xalên derizandinê kûr bû û her çû ber bi  cûdabûnê ve herikî. Encam, têkçûn û hilweşandinek giştî raxist ber çavan.

Tecrubeyên jiyanê û mînakên derbasbûyî şahid in ku  ajîtasyon, propaganda yan xebatên sîyasî, gava armancên milî/netewî ji xwe re nekin hedef û bi hişmendîyeke netewî tevnegerin, demek şûnda di nav alozîyan de, di nav rêyên xwarovîckoyî yên dûr û dirêj de, ji rastîya xwe dûr dikevin. Di gêrînokên pêvajoyên qeyranan de di bin bingeha komên konforê û berjewendîyên teng. Di wan pêvajoyên dijwar de pêwîstîya herî girîng, bi ziman û helwestên çêkir; bi karakterê helmêzkirî û hişmendîyeke netewî heye.  Eger em  karibin aso û hişmendîya xebatên xwe li ser hîmên netewperwerîyê serast bikin; xwe ji nexweşîyên egobûnê, berjewendîperestîya komî û kesayetî dûr bixin û li ser bingeha berjewendîyên netewî tevbigerin, xwe ji hînbûnên borî azad bikin, bawerim wê gavê emê karibin nexşerêyeke netewî bihevra peyda bikin.

Gava ku em karibin ji bûyer û têkoşîna hatîye jiyandin dersan bigirin, tecrube û zanyarîyên xwe bi nifşên nû re parve bikin, tiştên qewimîne bi zimanekî zelal û vekirî, bi şêweyekî objektîf, ji hîssîyat û hestîyarî  binivîsin, bibêjin û bidin fêr kirin, ez bawerim wê encamên baş bixwe re bîne. Car caran mirov, gava di derbarê hinek mijaran de  dinivîse, dipeyive an jî munaqeşe dike, pirî caran dudil dibe, gotin di qirika mirov de asê dibe, tu dixwazî rastîyan raxî ber çavan, lê belê yê hemberî te, her tiştî beravajî dike û çîroka ku tu jiyaye li gorî dilê xwe dilîrîne. Mirov pirî caran hinek tiştan dadiqurtîne an jî weke nebihîstîye xwe li nezanîyê datînê, ev jî cesaretê dide yên hemberî te. 

Pirî caran ez li hemberî cesareta nezanan/cahilan matmayî dimînim.  Çîrokên kesayetî û çîrokên gelemperî di tûrê xwe de tevlîhev dikin, xwe weke aktorê bûyeran derdixin pêş. Her tim xwe ji şirîkatîya kêmasî û şaşîyan dûr nîşan didin; lê gava serkeftin an serfirazîyek hebe, xwe weke xwedîyê wê pêvajoyê nîşan didin. Ev nexweşîya hanê jî dibe sedemê nakokîyên rojane. Ez baş dizanim, nivîsên bi vî rengî pirî caran xweşa hinekan naçe, acizîya xwe bi awirên tirş û tal nîşan didin.

Lê mixabin em nikarin xwe û derdora xwe bixapînin. Divê em ji hevre rastîyan bibêjin, me li ku şaşî kir, çima me şikestin xwar, em çima biserneketin? Bi deh hezaran alîger, dilsoz û piştevan hebûn, gelo çi li wan qewîmî, bi ku ve çûn? Divê em ji  van  pirsan netirsin, bersîvên me, nîrxandin û şîroveyên me li gorî rojevê bin! Armanc û plansazîyên me, divê bersîva sibêrojê bin. Ji bo mirov bifikirin, bipirsin û li pey bersîvên xwe tevbigerin, divê pirsên rast û di cîh de bêne pirsîn. Bersîv jî li gorî wê rastîyê bi encam û berhemdar be, xwedî asoyekî vekirî û ronî be.

Pirî caran çareserîya problemên ku bêçare di jiyanê de xuya dikin û weke girêka kor jiyanê asê dikin, di destê mirov de ye. Tiştên derbas bûyî, bûyerên qewimîne, mirov nikare biguherîne yan paşve vegerîne, lê mirov dikare ji wan tecruban, dersan werbigere. Eger mirov bi “ego”ya xwe re serî derkeve û nefsbiçûkî nîşan bide, bi şêweyeke hevxemî (empatî) tevbigere, bi lênêrîn û nêrînên cuda, bikaribe yên hemberê xwe jî fahm bike, hevdû gohdar bike û derîyê diyalogê li ser hev negire, ez bawerim wê gavê mirov dikare di gelek waran de bi serkeve. Lê mixabin nexweşîyên berjewendîperestî û ezîtîyê dîwarên asê derdixe hemberî mirov. Gava mirov bi xwe re li hevkirî nebe, nikare bi derdora xwe re jî lihevkirî be û tucarî nikare bibe hostayê çareserîyê jî....

Hêvî dikim ku hemû beşên civata Kurd, pêşengên civatê, rewşenbîr û sınıfa sîyasî, pêvajoya ku em dijîn baş binîrxînîn û bi hişmendîyeke netewî şîrove bikin, rê û rêbazên hevbeş yên çareserîyê radestî dîrokê bikin. 

21.10.2024              

Cano Amedî