Nezîrê CIBO
Îro 21 ê Sibatê ye. Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê ye. Hersal bi sebûneta vê rojê çalekîyên pîrozahîyê tên lidarxistin. Sazîyên ziman,partî ô rêxistinên sivîl beyanatan didin, konferans,panel û semîneran çêdikin.
Her wiha vê rojê dinav Kurdan de ziman û girîngahîya wî dikeve rojevê û ev pirs tê bilêvkirin:
Ji bo zimanê Kurdî winda nebe û pêşve bikeve em karin çibikin? Ji bona tesîra asîşmîlasyonê werê şikandin em çibikin?
Li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi tevahî bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune. Îmkanekî fermî tune. Bi her awayî dibin zixt û zordarîya asîmilasyonê de ye.
Di van şert û mercan de em karin çi bikin?
Li gora dîtina min;
Pêşî em wek dê û bav, karin xwe perwerde bikin. Pirtûk hez û pirtûk xwende bin. Alfaba Kurdî fêr bibin û bikar bînin. Çimkî heft mixabin piraniya dê û bavan alfaba Kurdî nizanin. Gelek kesên rewşwnbîr, siyasetmendar hêjî alfaba Tirkî bi kar tînin.
Em karin bi her ewayî ji zarokên xwere bibin mînak, bibin rol-modelek hevdem,
baş û pak.
Partî û sazîyên sîyasî karin Kurdî bikin zimanê fermî û sereke.
Em karin dinav malbatê de bi zarokên xwere Kurdî biaxivin, her malbatê bikin dibistana çanda Kurdî û nehilên zimanê xwe jibîr bikin.
Em karin zarokên xwe wek Kurd mezin bikin û jiyanek Kurdewarî ji wanre amade bikin.
Em li Tirkîyê karin di dibistanande Kurdî wek dersa bijarte hilbijêrin.
Em karin wan wek însanekî baş, waletparêz, xwezaparêz, xwedî wijdan, xwedî terbîye û xwedî merhemet perwerde bikin.
Û em karin van şîretan ji wan kêm nekin:
— Hin însan kinin, hin dirêjin, hin şîşmanin, hin jî zeîfin. Ev normal e û gerek henekên xwe bi van taybetîyên însanan nekin.
— Hin însan feqirin, îmkanên wan tune ku cil û bergên nûjen li xwekin. Lê xeyal û xwestekên wan jî hene…
— Gerek hey ji van taybetîyên însanan hebin û xwedî rêz bin.