Ji bo reşnivîsa destûra Sûriyeyê komîte hat avakirin, dîsa Kurd nînin

.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo amadekirin reşnivîsa destûra Sûriyeyê komîteyek ava kir lê di nava komîteyê de qet Kurd nînin.

Ehmed Şer bi biryareke sekokomariyê ji bo amadekirin reşnivîsa destûrê “komîteyeke pispor” ava kir ku ji 7 kesan pêk tê.

Komîte ji bo "reşnivîsa daxuyaniya destûrê ya ji bo qonaxa derbasbûnê" hatiye amadekirin.

Kurd li Sûriyeyê neteweya herî mezin a duyem in lê di nava van 7 kesan de qet Kurd nînin.

Li gorî xala yekem a biryarê ku îro hatiye derxistin ev kes di komîteyê de cih digirin:

- Ebdulhemîd El-Ewak

- Yasîn El-Huwêş

- Îsmaîl El-Xelfan

- Reyan Kihêlan

- Mihemed Riza Celxî

- Ehmed Qurba

- Behiye Mardînî

Li gorî xala duyem, "Komîte dê erkê amadekirina reşnivîsa daxuyaniya destûrî ya qonaxa derbasbûnê ya Komara Erebî ya Sûriyeyê bîne cih."

Di xala sêyem de jî hatiye diyarkirin ku komîte dê “pêşniyarên xwe radestî Serokkomar bike."

Divê were gotin ku Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê jî beyî hebûna Kurdan hatibû avakirin.

Komîteya 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hatibû avakirin.

Di wê komîteya ku Kurd û pêkhateyên din cih nagirin de 5 mêr û 2 jin hene.

Kurdistan Haberleri

Partiyên Kurdistanî li ser banga Ocalan û pêvajoyê çi difikirin?
Serok Barzanî û partiyên Bakurê Kurdistanê doza Kurdan gotûbêj kir
KERKÛK - Kurd û Tirkmen dê erdên xwe wergirin
Kongreya 28an ya Yekîtîya Nîvîskarên Kurd lî Swêdê
PJAK: Em bi hemû awayî piştgiriyê didin banga Ocalan