Ji bona kesên xwe li tirkî dijdînin

Bubê Eser

Bûbê Eser

Min nivîsa brêz Kamîl Sümbül ya bi tirkî ku dixwaze her bi tirkî binivîsîne û xwe fêrî kurdî neke, ji serî heta binî ya bi zimanê tirkî ku di rûpela nû de hatibû weşandinê xwend ku baş tê bigihêjim bê camêr çi dixwazî? Nerîn zelal û vekirî ye. Yanî li gor min camêr dibêje; ez ê xwe fêrî nivîsandin û xwendiina kurdî nekim û ji bona ez tirkî dinivîsînim min suçdar nekin.


Lê camêr nabêje; ji roja ez hatime swêd û heta niha ez zimanê swêdî jî bi qasî tirkî fêr bûme, lê ji bona zimanê xwe min qet heta niha tu hewldan neda ye. 


Camêr du tiştan tevli hev dike, yek rewşa kesên welêt dudo rewşa kesên siyasî û nivîskarên me yên li ewropa. Niha tu gotina min ji kesên li welêt tune ye. Ji ber ku jiyan, dibistan, danûstendinên wan yên bi dezgehan re tirkî ye. Lê dîsa jî camêran berxwe dane bi dehan nivîskarên kurd û bi seden berhemên wan henin. Ev jî serbilindiye.


 Lê gotina min bêtir ji kesên me yên li ewropa dijîn re ye; Brêz Kamîl madem tu dikarî di salekê de xwe fêrî zimanê swedî bike, lê hema qet nebe xwe di 10 salan de xwe fêrî zimanê xwe bike.


Niha bi sedam nivîskarên kurd ku berhemên xwe bi kurdî dinivîsînin, lê ji wan yekî/ê jî dibistanên kurdî nexwendine. Me û wan xwe li gor îmkanên heyî fêrî zimanê xwe kirine û pê dinivîsînin.


Brêz Kamîl ji bîr dike an nayê hesabê wî ku bêje; pîvana cîhanî ew e ku bi kîjan zimanî çi berhem bêne nivîsandin ew berhem dibe malê wî zimanî û dewleta wî zimanî bi kartînin.


Lê ez şaş dimînim ku kesekî/ê di zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî de mabin ku li wir kurdî qedexe bû, ew jî derketine û li kuçe û kolanên welatên ewropa zimanê xwe li xwe qedexe kirine û ji bona xwe bi heq derxin ji hezar bîrên bê av dixwazin avê bikşînin da ku pê nerastiyê xwe bişon.


Niha çi pêwîstiya hin ji siyasetmedar û rewşenbîrên me pê heye ku li welatê ewropa hê jî bi tirkî qise dikin û zarokên xwe jî bi wî zimanê mezin dikin. Ew ne bes bûn êdî zarokên wan yên li ewropa mezin bûne berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin.


Brêz Kamîl nivîseke dirêj di malpera Rûpela nû de weşandiye da ku ji me re bi tirkî dibêje zorê nedin me, em xwe fêrî kurdî nakin, tirkî têra me dike. Em rexnên we yên di vê darbarê de qebûl nakin. Em ê her bi tirkî binivîsînin…


De baş e, camêro li welatê ewropa ku tu lê dijî zimanê tirkî dewlemend bike, tê li swêdê bijî û zarokên xwe bi vî zimanê mezin bike, tê li swêdî bijî û bi çand û kultura tirkan bijî. Ma qet ew zîndana ku te nikarîbû têde gotineke bi kurdî bikira nakeve bîra te? 


Ma qey nayê bîra te ku te di wê zîndanê de nikarîbû ji dayika xwe ya bi tirkî nizanî bû, bi kurdî bigota ”Dayê tu çawa yî”. Îcar brêz tu rabe, niha li vê swêdî pesnê zimanê tirkî bide û ji bona tu xwe fêrî zarê dayika xwe neke, tu tiştên ne aqilana dinivîsîne.


Ji bîr neke brayê hêja ku zimanê yahûdiyan bi slogana ”yek ziman û yek zilamî” li xwe vegeriya. Lê gelo niha li ewropa çend rewşenbîr û nivîskarên (!) kurd dibêjin; tirkî ha tirkî?


Çarekê bi aqilmendî bifikire brêz Kamîl, van nivîsakrên kurd yên bi sedan heta bi hezaran berhemên wan henin, yekî/ê jî ji wan li tu dibistanên kurdî nexwendinê. Lê xwe fêr kirine û bi vî zimanê delal, berheman ji bona gelê xwe diafirînin. Bi karanîna zimanê kurdî hizr û baweriya kurdî bi mirov re geş dike.Ji bona mirov bibe kurd û kurdistanê divê mirov berê zimanê xwe fêr bibe.


Li vê cîhanê ji hin kurdên qaşo nivîskar û rewşenbîrên kurdên bakurê kurdistanê pê ve tu kes înkara zimanê xwe nake. Înkara zimên înkarkirina xwe bi xwe ye.


Brêz Kamîl, heta ku em pêşî li fêrbûna zimanê xwe venekin, em ê jî her bindest bin. Carekê li dîroka Bedirxaniyan binêre, carekê bibîne ku bê mîrê kurdan Celadet bi heft zimanan zanî bû lê ji bona wî kurdî sereke bû û ji bona em jî fêrî vî zimanê bibin, ji bona me rêzamek, ferhengeke danî ku em jî xwe fêrî kurdî bikin. Ma gelo Celadet Bedirxan li kîjan dibistana kurdî xwendibû???


Divê nayê ji bîr kirin ku kurd dibêjin; ”Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêm bike”.