Rûdaw, îro (20.01.2017)di beşa tirkî de bi Alîkarê Serokê Herêma Kurdistan, endamê Polîtburo û cîgirê sekreterya YNK, Serkêşê firqa 70 Kosret Resul Alî re hevpeyvînek weşand. Hevpeyvîn di hinek xalan de balkêş e ku em li ser rawestin.
Yek: Piştî rizgarkirina Musil, pirsgirêkên ku wê derkevin pêşberî kurdan, guhertinên di herêma Rojhilat a Naverest de dinirxîne. Balê dikişîne ser fersendên ku îro derketine pişîya Kurdan. Di vî warî de pir zelal dibêje "rojên metirsî li pêşî kurdan e eger kurd pirsgirêkên xwe çareser nekin!" û di nav axatina xwe de zelal dike ku:
„Hemû îşaret eşkere dikin ku piştî rizgarkirina Musil wê guhertinên mezin di herêmê de çêbibin. Ji ber ku kurdan li henber terorê berpirsîyarîyek mezin girt ser xwe û bûne stêrkek grîng di rojhilata naverast de. Ji ber wê jî nabe ku Kurd li dervê hesaban bimînin. Kurd beşek girîng ji çareserîyên pirsgirêkên herêmê ne"
Ji bona ku Kurd ji vê hengamê serkevtî derkevin û li ser masa çareserkirina pirsgirêkên herêmê xwedî kursî bin, yekem dibêje; „pêwîste ku Kurd yekrêz bin. Roj berî roj qeyranên navxwe çareser bikin û amadeyî destxistinên mezin bin". Kosret Resul di vî warî de helwesta xwe eşkere dike:
„ku Kurd yekrêz û yek helwest bin dikarin hemû mafan bidestxin. Hemû şert di lehê kurdan de ne û piştgirîyek mezin li pişta me ye. Heger em bi karibin zûtirîn pinsgirêkên navxwe çareser bikin."
A duyem; raya xwe a rewşa neyênî jî tine ziman û dibêje; „Heger ku em nikaribin pirsgirêkên navxwe çareser bikin, mixabin emê vê fersenda ku di 100 salî de derketîye pêşberî me wenda bikin."(!)
Kosret Resul, Ji bona ku di vê sedsalê de, Kurd wenda nekin, bikaribin serkevtî, ji vî şerî bi serkevtinên mezin re derkevin û serxwebûna xwe bidestxin, pêwîste raya wan bibe yek. Eger raya xwe nekin yek û qeyranên nav xwe çareser nekin:
„wê pir asteng derkevin pêşberî me ku giştik bi perçebûna me ve girêdayî ne. Haşdî Şabî jî yek ji wan astengan bi xwe ye."
Wek ku em dizanin; pir caran Berpirsên Haşdî Şabî û serokê Hizbil Dawa Nûrî El Malikî di vî warî de daxuyanî dane û gotine; „divê Pêşmerge vergerin ser sînorên 2003 an"(!)
Li gor pirsa „vekişîna pêşmergan ji herêmên rizgarkirî" jî Kosret Resûl dibêje:
„Pêşmerge wê ji xaka Kurdistan bipaş de venekişe. Ew xakên ku bi destê pêşmergan hatine rizgarkirin, îro didestê pêşmergan de ne, li gor makezagona İraq a federal, xalê 140 Kurdistan e û bi referandûmê hatîye pejirandin ev yasa!"
Kosret Resul, li ser pirsa „serxwebûna Kurdistan" jî dibêje:
„Ji bona kurdan, serxwebûna Kurdistan ne xewn e û ne xeyale. Ez niha raser Kurdistan a serbixwe dibînim û ez bawerim ku hemû Kurd vê rastîyê dibînin. Ji ber vê yekê, divê em roj berî rojê pirsgirêk û qeyranên xwe çareser bikin û gavê bavêjin. Wê ev gav zûtirîn me bigihînin serxwebûnê".
Kosret Resûl kûr kûr li ser pirsgirêkan disekine. Raman û hêvîyên xwe diteqilîne û dibêje:
„Belê, me berê jî ji bona çareserkirina pirsgirêk û çareserîya qeyranan bang derxist. Lê niha şert hatine guhertin û em pir nêzîkî çareserî ya pirsgirêkan bûne. Hemû alî li gor tehdîd û metirsîyên pêşîya me, têgihîştî ne."
20.01.2017
Danasîna Kosret Resul Alî
Kosret Resul Alî, di Tirmeha sala 1952an de li Şiwaşik a bi ser Hewlêr ve ji dayîk bûye. Di sala 1968 an de tevlî nav xebatên komela Yekitîya Xwendevanên Kurdistan(YXK) bû ye. Di sala 1976 an de li Burgaristanê akademî, beşa zîraî qedandîye. Di Gulana 1977 an de ji terefê BAASîyan ve hatîye girtin. Kosret Resul di 1984 an de di nav YNK de wek endamê polîtburoyê hat hilbijartin.
Di 14 Tebax a 1984 an de beşdarî nav ref û kar û barên Pêşmergetî bûye. Di raperîna 1991 an de ji terefê „Ênîya Kurdistan" ve wek berpirsiyarê ênîya Hevlêr hatîye hilbijartin. Di yekem hilbijartina Parlemento ya Başûrê Kurdistan de Bûye parlementer. 2006 an de wek cîgirê sekreterîya YNK ê yê yekem hatîye hilbijartin. Di eynî demê de alîkarê Serokê Herêma Kurdistan Mesut Barzanî ye.