Ez bi xwe kêfxweş im ku gelek kurdên me bi awayekî çalak di nav kar û barê partiyên swêdiyan de kar dikin. Hin parlemen in, hinên bibin parlemen û gelek ji wan jî di şaredariyan de û di nav partiya xwe de berpirs in.
Ma gelo nabe ku van xwişk û branan, bi çalakiyên xwe, bi çehd û berxwedanên xebatên xwe. Bi zanistî û siyasetmedariya xwe alîkariya xwişk û brayên xwe, nivîskarên kurdên li swêdê dijîn bikin.
Hema hemî nivîskarên kurd yên li swêdê dijîn bi kurdî dinivîsînin. Lê em êdî hemwelatiyê swêdî ne, em jî êdî ji vê civatê ne. Lê berhemên me ji derd, êş û kulên kurdan pêk tên. Van berheman di nava swêdiyan de belav nabin. Bi vê jî swêdî me nasnakin û xweşiya berhemên me û tama wan nagirin.
Hin berhem hene ku divê swêdî bixwînin, da ku bêtir kurdan nas bikin, kêmaniyên wan fêr bibin da ku wê kêmaniyê temam bikin. Ji ber vê jî pêwîstiya berhemên nivîskarên kurdan bibin bi zimanê swêdî heye.
Dîsa xaleke girîng ew e ku divê van siyasetmedarên me yên di nava partiyên swêdiyan de karên baş dikin, berpirsiyariyên delal girtine, pêwîst e ew jî bi alîkariya mirovên xwe ve rabin. Van nivîskaran bi partiya xwe, bi serokê xwe û bi rêvebiriya partiya xwe bide nasîn.
Bi kar û xebateke weha, wê berhemên nivîskarên Kurd bibin bi zimanê swêdî. Bi vê jî êdî wê civata kurdên bûne hemwelatiyên wan baş nas bikin. Helbet ev ji bona hemû welatên kurd lê ne û di nava partiyên wan de çalak in, derbas dibe.
Em niha weke du civatên ji hev qutkirî ne. Em weke kurd her di nava xwe de mane. Em bi zimanê xwe dinivîsînin, êş û derdê gelê xwe tînin zimên. Ev jî ji ber pêwîstî û bindestiya gelê me tê. Lê em li swêdê dijîn, bûne hemwelatiyên wan ku êdî vir welatê me jî ye.
Madem ev der welatê me ye, madem em li vir dijîn û madem em di nava partiyên swêdî de çalak in dikarin bibin parlemen, wezîr jî. Ji ber vê divê ew nivîskar û civata swêdiyan bighêjînin hev. Ez weha difikirim ku ev jî berpirsiyariya wan siyasetmedarên me ne ku divê ew nivîskarên kurd û civata swêdiyan bighêjînin hev. Ew jî bi wergera berhemên wan dibe.
Dema berhêmên nivîskarên kurd li swêdê bibe bi zimanê swêdî him wan kesên me yên di partiyên swêdiyan de kar dikin, weke kurdekî/ê erkê xwe tînin cih him jî bi saya wan berheman kurdan bi swêdiyan didin zanîn û nasîn.
Hêvîdar im van siyasetmedarên me yên kurd ku di nava partiyên swêdî de çalak in zîrek in, bi karekî wiha jî rabin. Bi kar û xebateke wiha wê nivîskarên xwe bidin nasîn, berhemên wan bikin bi zimanê swêdî. Piştî vê jî ew nivîskarên kurd dikarin di qada navneteweyî jî bêne nasîn.
Dema nivîskar kete nava civata swêdiyan, berhemên wan bi swêdî hate weşandin, ew dikarin bi gelek zimanên din jî bêne wergerandin û çapkirin. Ev dikare bibe sebep da ku hin nivîskarên kurd xelata nobelê jî bigirin. Ji ber ku em kurd in û swêdî ne û gelek berhemên nivîskarên me yên delal hene ku dikarin nobelê bigirin. Em xwedî şanseke mezin in, heger hin xwedîtiyê li me bikin.
Dibê em ji bîr nekin her tişt bi hevre girêdayî ye, hevdu temam dike. Xweşikayî û hêjayî, rindî û delalî bi saya piştgirî û xwedîlihevderketinê dibe, tê nasîn û belavkirin.
Helbet heqê wan kesên me ne ku ji bona xwe hemû karî bikin, lê divê ji bîr nekin ew kurd in, li ser navê miletekî hatine swêdê.
Weke mizginiyekê jî be, bêjim ku kurdekî dilsoz wê heta meha îlonê romana min ya li ser zîndana Diyarbekirê ya bi navê Gardiyan wê bi zimanê swêdî bighêjîne we.