Ji Efrînê heta Heleb, Qamişlo û Kobaniyê Newroz hate pîrozkirin

.

 Li Rojavayê Kurdistanê îsal ahengên mezin ên girseyî bo Cejna Newrozê hatin lidarxistin ku di vê Newrozê jî Efrîn jî bû yek ji navendên girîng ên pîrozbahiyan.

Xelkê bajarên Efrîn, Kobanê, Qamişlo, Amûdê û heta Reqa, Tebqa û Helebê Newroza 2025an bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li bajarê Kobaniyê û navçeyên Sirîn û Eyn Îsa û herwiha li girê Miştenûr Newroz bi girseyî hate pîrozkirin.

Newroza Reqayê li qada stadyuma şaredariyê a li bajêr bi tevlîbûna hemû pêkhateyan birêve çû. Li Tebqayê jî Newroz hate pîrozkirin.

Li Efrîn û Şehbayê bi beşdariyeke mezin pîrozbahiya Newrozê pêk hat.

Herwiha Kurdên Helebê û koçberên Efrînê yên hîn venegerayine warên xwe jî bi coş û girseyeke mezin û cil û bergên gelêrî, li qada Newrozê ya li El Şeqîf beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Siyaset Haberleri

Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt
Îraq: Dema mayîna hêzên Koalîsyonê nayê dirêjkirin
Amerîka bang li welatiyên xwe dike ku demildest ji Sûriyeyê derkevin
Myanmar - Zêdetirî hezar kesî mirin û 376 kes jî birîndar bûn