Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Sîgmar Gabrîel bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ji rewşa li Bakurê Sûriyeyê bi fikar in.
Gabrîel got: "Min ji Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg xwestiye ku civînekê li ji bo gotûbêjkirina operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê kiriye. Lê em ê bi Fransayê re berjewendiyên ewlehiya Tirkiyeyê jî dê li ber çevan bigirin. Lê teqez kir hîn derfet heye ji bo aştî û îstîqrariya li Sûriyeyê heye, nabe ku ew derfet bikeve xetereyê ji bo rûbirûbûna leşkerî û diyar kiriye ku vê yekê gelek car ji hikûmeta Tirkiyeyê re gotiye.