Nauert tekez kir, ku ewê fişarê li ser Bexdayê bikin da ku balafirgehên Herêma Kurdistanê veke.
Heather Nauert, derbarê diyarkirina şandiyekî ji bo gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragihand: “Bêguman ew hizir gihiştiye me, ku em şandiyekê taybet destnîşan bikin. Lê bi baweriya me ev pirsgirêkeke navxweyî ye û divê li navxwe çareser bikin. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de kar li ser bê kirin. Em hest nakin ku pêwîstî bi navbeynkariya Amerîkayê hebe, yan pêgeyekê nû biavêjin. Ji nêzîk ve peywendiyên me li gel Kurd û her wiha hikûmeta Iraqê hene, em bi berdewamî ji bo dest pê kirina gotûbêjan hêsankariyan dikin.”
Tê dîtin van rojên dawîn, di serî de DYA û welatên Rojavayî, berê xwe didin Kurdistanê. Her wiha Balkêş e ev fişara Emerîka li ser Bexdayê piştî rexneya Hikûmeta Kurdistanê li ser girtina balafirgehan ku gotibûn ‘derveyî mirovahiyê ye’ hat.
(nerinaazad)