Fewaz Mehmûd ji Rûdawê re got, têkildarî rewşa xwandina bi zimanê Kurdî li Efrînê, wî pêwendî bi wezîrê perwerde yê di hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê de kiriye û wezîr ragihandiye, ku serdana herêma Efrînê kiriye û ji nêzîk ve rewşa xwandina Kurdî şopandiye û tekez kiriye, ku ew dê hewl bidin pêdiviyên ji bo xwandina kurdî dabîn bikin, daku li Efrînê xwandina bi kurdî jî dest pê bike.
Bi gotina wî rayedarê ENKSê û Îtilafa Opozisyona Sûriyê, xwandina Kurdî li Efrînê dê li gor metoda xwandinê ya opozisyonê be, ku pêştir hatiye amadekirin.
Li ser pirsa, piştî ku Efrîn ji aliyê Tirkiyê û opozisyona Sûriyê vehatiye kontrolkirin, perwerdeya bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, hûn li ser wê çi dibêjin, Fewaz Mehmûd got, mijara perwerdeya bi kurdî girêdayî desthilatê û aliyê fermî ye, divê ji aliyê desthilatê ve were qebûlkirin û tekez kir, ku perwerdeya Kurdî niha di vî alî de nayê qebûlkirin.
Cîgirê berê yê wezîrê perwerdeyê yê hikûmeta opozisyona Sûriyê amaje bi xwandina Kurdî di dema Rêveberiya Xweser de kir û got, ku ne Rêveberiya Xweser û ne jî perwerdeya wê û bawernameyên ku didan, ji aliyê ti kes û aliyekî ve îtiraf pê nedihatin kirin.
Fewaz Mehmûd proseya xwandinê ya serdema Rêveberiya Xweser û ya Îtilafa Opozisyona Sûriyê da ber hev û da xuyakirin, ku proseya xwandinê yak u Îtilaf birêve dibe û bawernameyên ku dide, ji aliyê navdewletî ve îtiraf pê tê kirin. Bi gotina Fewaz Mehmûd, eger îtilaf jî naverok û metoda xwandina xwe biguhere, nayê qebûlkirin, ji ber ku pêştir ew yek hatiye qebûlkirin û çênabe ku guhertin têde were kirin.