Ji Enstituya Kurd li Parîsê Sempozyûm

.

Di 27.10.2023 de Enstituya Kurd li Parîsê bi munasebeta 40 salîya xwe sempozyûmekî di derbarê diyaspora kurd de pêkhanî.

Sempozyum ji alîyê dostê kurd û lêkolînerê zanista diyasporayê Senator Remî Feraud ya Fransî ve hat vekirinê.

Bernameya sempozyûmê ji alîyê Prof. Salih Akin ve hate pêşkêş kirnê. Û panel bi pênc rûniştinên panelîstên ji hev cûda birêve çû.

Sempozyûm li xanîyê senatoya Fransa yê bi beşdarîya gelek panelîstên pispor û lêkolînerên zanista diyaspora yên Ewropî yên Almani, Fînlandî, Awûsturî, Fransî û Kurdistanî, pispor û lêkolînerên wek Kendal Nezan, Hemîd Bozaslan, Salih Akin, berpis û karmendên sazîyên diyaspora Kurd yên wek Welat Nehrî, Raze Bazîyanî û Rahîm Raşîdî ve hat pêşkêşkirinê. 
Di dirêjahîya semozyûmê de, diyaspora kurd li cîhanê hate nasandin, analîzkirin û rola wî ya ji bo neteweya Kurd hate nirxandinê.

Herwiha, heman êvara sempoyumê Enstituya Kurd li Parîsê ji bo pîrozkirina 40 salîya enstituyê bi beşdarên sempozyumê û mêvanên din yên xwe re bi xawrin û vexwarin û sohbetên germ şevekî coş derbaz kirin.

Rûpela Nû/Fransa
28.10.2023

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e