Erdogan got, “amadehiyên me ji bo operasyonên li ser Minbic, Girê Spî, Serê Kaniyê, Hesekê herwiha nav Iraqê jî di asta dawî de ne. Mafê kesî jî nîn e me rexne bike”.
Erdogan anî ziman: “Ew navên terorîstan diguherin, em terorîstan jinav dibin”.
Erdogan herweha rexneyên tund li pêşniyara Fransa ya navbeynkariya di nav Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Tirkiye de kir û got: Kes nikare daxwazê ji me bike, em ligel terorîstan bicivin.