Were domam, were doman, tuyî serê gazin û loman!
Ava çemê me bi xulxul tê, pêlek şîr tê yek şekir tê..
Dilketina qîz û xortan, ji kambaxa gund, ji eşq û dil tê..
Dilketina min û vê zalimê, mektûbreşê, ji nav gawir tê..
Ezbenî! Tevî asteng û problemên ku di civaka xelkên beriya Mêrdînê de hebûn; ji berberî, şerê êlitî, şerê netewên cîran û xweparastinê, wan xelkan karîbû li gor xweristiya beriya xwe amûrên muzîkê wek def û zirnê, kemaçe û tembûrê ji xwe re bibijêrin, li ber deng û jenên wan kul û xem, kêf û şahiya xwe bînim ziman û pêre biraqisin.. ji mêj ve, muzîk, stran û semayê rola xwe di civaka wê de liztiye û akama xwe di derûna mirovên wê de kola ye. Ta pileyekê ku mirovên wê nikarin dûrî stran û muzîkê bijîn..!
Bi wateyeke din, wek ku mirovê kurd hez xaka Kurdistanê kiriye wiha jî hez muzîk, stran û govend û dîlana kurdî kiriye û di encam de rêzgirtin ji mirovên muzîkjen û dengbêj re girtiye. Ewên ku muzîk bi liva destên wan hatiye jenandin û gotin ji gewriya wan hatiye der û herdu bi hev re hunandine.. Ji wan muzîkjen, dengbêj an aşiqan re hatiye gotin (Mirtib). Ew mirtib, ji eynî êlê bûn, xwedî giyanekî sivik yê kêfê bûn. Karê wan yê sereke, şahiyên şokirin û kirîvantiyê bi amûrên mûzîkê wek def û zirnê û kemaçê xweş dikirin û cemawerên beşdar li ber dengê wan û amûrên wan direqisîn û sema dikirin. Hem jî, stranên di pesnê axayê êlê û eşîrên êlê de himberî êlên din re pesin didan. Ta pileyekê wan mitirban zargotina me û beşekî mezin ji dîroka me a devikî parastin.. Jixwe bi saya wan gelek peyvên me yên resen hatin parstin.. Mixabin ku roja îro dengbêjin nû ketine dewsa wan de û ew reseniya me di pişt guhan re tê avêtin.. Silavên gerim ji wan rojan û wan Mirtiban re.