Scaparrottî got digel egera ku S-400an di nav sîstema NATOyê de kar neke, herwiha bo F35an jî rîskekê ye.
Scarparrottî amaje bi vê yekê jî kir ku heke Tirkîye S-400an bikire û di nav xaka xwe de bicîh bike, di serî de ev, ji bo xebatên hevbeş, pirsgirêkek e ku ev sîstem ne dikare bi sîstemên NATOyê re bixebite ne jî sîstemên moşekî yê pê re dikare bixebite. Pirsgirêka duyem li ser F-35an e. S-400an di serî de bo F35an û herwiha hemû bo hemû sîstemaên me yên asîmanî re pirgirêkek e û got: "Weke leşkerî, peşnîyara min ev e ku, divê em hevkarekê ku sîstemên Rûsî, bi taybetî sîstemên asîmanî yên Rûsî dixebitîne karê F35an temam nekin, F35an nefrrînin û nexebitin."
Generalê Amerîkî herwiha anî zimên ku dê biryareke girîng be bo Tirkiyê, yek ji van sîstemên S-400 û F35an bibijêre û hêvî ev e ku li serê bifikire.