Ji Firat Epozdemîr re 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin

.

Îdîanameya Endamê Lijneya Birêveberiya Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr ku bi hînceta "endamtî û propagandeya PKKyê" hatibû girtin, hat amadekirin û ji bo wî heta 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Di îdîanameyê de hatiye gotin ku “Epozdemir Serokê HDKê yê Baxcilarê bûye û di binesaziya rêxistinê de xebitiye, her wiha li ser fermana HDK û PKKyê sala 2015an bûye endamê grupa WhatsAppê ya bi navê `Dîren Cizre`yê.”

Di nivîsê de her wiha hatiye gotin ku Epozdemir bi navê rêxistinê li Cizîra Botan xebat meşandiye û bi daxwaza xwe û bi zanebûn di nav hiyerarşiya PKK-KCKyê de cih girtiye.”

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê xebatên PKK/KCKyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin, roja 23ê Kanûna Paşîn a 2025ê dema Firat Epozdemir ji Civîna Parêzvanên Konseya Ewropayê vedigeriya li Balafirgeha Navneteweyî  ya Stenbolê hat desteserkirin.

Epozdemîr piştî lêpirsînê roja 25ê Kanûna Paşîn bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê kiriye” û “endamê rêxistina terorê ya çekdar e” ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan