Ji Îranê hişyarî bo Tirkiyê: Nekevin xefika Amerîka û Îsraîlê

.

 Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminey, ji ajansa fermî ya Îranê re li ser geşedanên dawî yên Sûriye û Rojhilata Navîn daxuyanî dan.

 Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Ekber Welayetî ji ajansên Îranê re daye xuyakirin, ew bawer nakin Tirkiye bikeve xefika ku Amerîka û Îsraîlê jê re daniye.

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî doh di serdana Tirkiyê de gotibû: “Haydar bin û hevahengiyê li ser pêşveçûna komên tundrew ên li Sûriyeyê bikin.”

Berdevka Wezareta Derve ya Qeterê jî daye xuyakirin, “Em bi hevpeymanên xwe re li deverê kar dikin ku bigihin çareseriyekê daku şer û têkdanên li Sûriyeyê rû didin bidawî bînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, komên çekdar ku HTŞ serkêşa wan dike ber bi bajarê Hemayê ve pêş ve dikin û artêşa Sûriyeyê jî piştrast kiriye ku şerekî dijwar di navbera wan de rû dide.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir