Ji Îranê Tetbîqata Berevaniya Asmanî li herêma Kargeha Nukleerî ya Fordoyê

.

Hêzên Çekdar ên Îranê, li herêmên rojava û bakurê welat ku Kargeha Nukleerî ya Fordoyê jî tê de ye, dest bi manevrayên berevaniya asmanî ya bi navê "Îqtidar 1403" kir.

Hate ragihandin ku li herêmên rojava û bakurê welat ku Kargeha Nukleerî ya Fordoyê jî tê de ye, tetbîqata berevaniya hewayî ya bi navê "Îqtidar 1403" dest pê kiriye.

Di tetbîqata ku îro sibehê bi pêşengiya Hêzên Berevaniya Hewayî ya Îranê pêk hat de, yekîneyên moşekan, sîstemên radarê, tîmên çavdêriyê yên projeya "Besîret", yekîneyên şerê elektronîk (CENG), sîstemên xapandin û şaşkirina berevaniya hewayî û amûrên hewayî yên bi mirov û bê mirov cih girtin.

Hat diyarkirin, armanca vê tetbîqatê bilindkirina asta amadekariya leşkerî ya herêmê û zêdekirina kapasîteya amadekariya leşkerî ye. Hêzên Asmanî yên Îranê hem operasyonên êrîşê hem jî yên parastinê pêk anîn.

Li gorî medyaya Îranê, mebesta bi tetbîqatê şiyana berevaniya bibandor li hemberî êrîş û gefên muhtemel li herêmên stratejîk e ji bo bersivandineke lezgîn.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'