Ji Medya Kitabevi kampanyaya ‘‘Ji Yên Dû Min Re’’

.

DAXUYANÎ

Xwînerên Medya Kitabevi, dost û hevalên hêja, wek Medya Kitabevi em dixwazin bi pirtûkên çîrokên zaroka yên bi kurdî û bi risim, zimanê kurdî bi zarokan şêrîn bikin. Em dibên werin em bi hev re xêrekê bi zimanê kurdî bikin.

Hûn ê tiştekî pir bi çûk bikin, lê bi vê kirinê hûn ê zimanê kurdî bi per û bask bikin. Di çerçoveya projeya Medya Kitabevi ya ‘‘Ji Yên Dû Min Re’’ hûn ê pirtûkek an çend pirtûkên zaroka yên bi risim û bi kurdî (kurmancî - zazakî) bikirin û wek diyarî li Medya Kitabevi dînin. Em ê mohra diyariyê li wan pirtûkan bidin û li Medya Kitabevi li zarokan bela bikin.

MEDYA KİTABEVİ

Telefona têkiliyê: 0533 611 08 96

Foto: Qesîm Etmanekî

Kurdistan Haberleri

Devedevê salvegera şorişa Jîna yê de, rêjîmê dehan kes li Kurdistanê binçav kirin
Pitir ji 20 saziyên jinên Îranê, li derheq salvegera şorişa Jîna yê de daxuyaniyek belav kirin
Elîzade: Em ji ber zextên Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê ji Zirgiwêzê tên derxistin
HDK-Î: Asayîşa Silêmaniyê endamekî me radestî Îranê kir
Şerefxan Cizîrî: Divê parlamenter li Kurdistanê bi Kurdî biaxivin