Ji Melayê Ayasofyayê şîroveya Dolar: Xwedê me ji ezmûnekê derbas dike, sebir bikin

.

Melayê Tirk ê Ayasofyayê Mehmet Boynûkalin, di derbarê bilindbûna Dolar li hember Lîreyê Tirkî çend peyam belav kir û got, Xwedê me ji ezmûnekê derbas dike, sebir bikin.

Melayê Ayasofya, yê ku ji ber zêde li siyasetê fikrên xwe dibêje û ji ber wê tê rexnekirin, li ser bilindbûna Dolar jî bêdeng nema û bertek nîşan da.

Mehmet Boynûkalin, ji Sûreya Bakara çend ayet parve kir û got: ‘‘Weke beriya niha sed salan, em berxwedana serxwebûnê didin li hemberî 7 duwêlan. Bi terorê, bi şerê aborî êrîşî me dikin. Ya ji me tê, bi sebir em berxwedana xwe berdewam bikin. Xwedê zewalê nede dewlet û millet. Xweda wê bibe alîkarê yên di rêya wî de.’’ <

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e