Sekreterê giştiyê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê (PDKI) Mistefa Hicrî li ser êrişên Îranê daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya Mistefa Hicrî wiha ye:
Hevwelatiyên xebatkar û berxweder
Carek din Komara Îslamî ji riya Balafirên bêpîlot û mûşekan ve êrîş kire ser binke û bargehên Hizba Demokrat û aliyên din ên Kurdistanê û çend xebatkarên me şehîd û birîndar bûn. Ji vê riyê ve dixwazim rabigehîn im ku ew ti car nikarin îradeya rizgarî û azadîxwaziya me ji nav bibin.
Ez daxwaz ji we dikim ku hêrs û tûretiya xwe li şeqaman de nîşanî dujmin bidin û carek din biselmînin ya ku nikare Kurdistanê bi çokde bîne, êrîş û tepeseriya daxwaziyên rewa û berheq ên me ye. Îradeya polayîn a we, şikestê bi hemû dîktatorekê tîne.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Berpirsê Nawenda Birêveberiya Giştî
Mistefa Hicrî