Ji Mustafa Özçelikî di derbarê tifaqa hilbijartinan de daxuyanî

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelikî, li ser rewşa dawî ya hevdîtinên li ser tifaqa hilbijartinan daxuyaniyeke nû belav kir:

"Di derbarê hevdîtinên tifaqa hilbijartinan de ji raya giştî re agahdarî

 

Hevdîtinên di navbera PAK, PSK, PDK Bakur, PDKT, HAKPAR, Hereketa Azadî de, yên ji bo avakirina tifaqa netewî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan hatiye merhaleya dawî. Di nav van 6 partî û tevgeran de li ser prensîbên siyasî û nexşerêya tifaqê de hîna em negihîştine encamekê. Prensîbên siyasî jî li ser bingeha qebûlkirina hebûna miletê kurd û Kurdistanê; qebûlkirina perwerdeya bi zimanê kurdî û daxwazên asgarî yên netewî u demokratîk in.

Ji nava van 6 partiyan yên ku li ser prensîbên siyasî û nexşerêya tifaqên hilbijartinê li hev bikin, di demeke herî nêz de dê tifaqa xwe ji raya giştî re îlan bikin. Piştî îlankirina tifaqê dê li ser wan prensîbên ku hatine qebûlkirin, ligel aliyên siyasî yên berfireh hevdîtin pêk werin.

Ew partiyen ku tifaqa milî demokratîk ya ji bo hilbijartinê îlan bikin, piştî hevdîtinên ligel aliyên din ên siyasi, dê careke din bicive û li ser prensîbên siyasî dê encamên hevdîtinan binirxîne û li gorî wan nirxandinan dê şêweya beşdariya hilbijartinê zelal bikin.

 

Heta îro ji xeynî van 6 partiyên ku em bi hev re civînan li dar dixin, di derbarê tifaqa hilbijartinê de me bi tu partiyân re hevdîtin pêk neaniye û me bi tu partiyan re jî ji bo hilbijartinan tu tifaq çênekiriye.

 

Rica û daxwaza me ew e ku di derbarê helwesta PAKê de, ji xeynî daxuyaniyên PAKê, îtîbarê nedin tu nûçe û agahdariyên din.

Ligel rêzên xwe"

01.05.2018

 

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin