Jens Stoltenberg- Sekreterê giştî yê NATO diyarkir:
"… Rewşa Sûriye û bakurê Sûriyê, bo hemû endamên NATOyê dilgiraniyeke mezin e. Jiber Rewşa mirovî û berdewamiya şer û pevçûnan.
NATO piştevaniya hevpeymana dijî DAIŞ dike. Lê hêzên NATO di bejahiyê de nav Sûriyê şer nakin.
Tirkiye derbarê Operasyona Şaxê Zeytûnê de agahî da NATOyê. Herweha pêwendiyên min bi Serokomar Erdogan re jî hene.
Hêvî dikim ev pêwendî berdewam bikin. Tirkiye jiber gefên ser ewlekariya xwe mafdar e ku hin bergiriyan pêş bixe. Lê divê sînordar be. Tirkiye ji welatên din yên NATOyê zêdetir bi êrişên terorî re rûbirû maye.
Hevpeymanên NATO di civînê de wê behsa çawaniya têkbirina terorê bikin û berdewamiya alîkariya hevpeymaniya dijî DAIŞ bikin. Lê ne di wê baweriyê de me, rola welatekî endamê NATO li bejahiya Sûriyê hebe. "