Ji Necmedîn Kerîmî daxwaza boykotkirina hilbijartinê

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, ku navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê dagirkirî ne û baştir e ku kurd li wan navçeyan beşdarî hilbijartinan nebin.

Necmedîn Kerîm ji Kurdistan24ê re ragehand: "Ji bo rewatî bi dagirkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê neyê dayin, divê kurd li wan navçeyan beşdarî hilbijartinan nebin".

Herwaha got: "Ev yek pirseke netewî ye û ne li dijî ti aliyekî ye, ji bo rewatî bi wan hilbijartinan neyê dayin, ku ji niha ve em zanin em bi beşdariyê biser nakevin, lewra em beşdar nebin wê baştir be, da ku piştre em karibin bêjin, me beşdarî di wan hilbijartinan de nebûne û encamên wan nerewa ne".

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin