Berpirsê bilind ê Beşa Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Jong Gîng di rapora xwe de ku pêşkeşî Encûmena Asayîşa Nevdewletî kiriye, rewşa mirovî ya piraniya Sûriyê xirap “pênase” dike û daxwaza alîkariyê dike lê li ser rewşa Efrînê, bi erênî raportê dide.
Jong Gîng got: “Herdiçe zêdetir dihêlin alîkariyên mirovî bigihin Efrînê. Ev di demekê de ye, ku piraniya alîkariyan ji Tirkiyê û rêxistinên mirovî yên Tirkiyê tê, Netweyên Yekbûyî jî xizmetgûzariyên pêwîst pêşkeş dike.”
Ev agahiyên di rapora Neteweyên Yekbûyî de berovajiyê raport û nûçeyan e, ku behsa xirabiya rewşa mirovî yê bi hezaran koçberên Kurdistanî dikin.
Rûdawê li ser vê mijarê ji Balyozê Holandayê li Neteweyên Yekbûyî Karl van Estrom ev pirs kir: “Rapor heye, ku nêzîkî 200 hezar koçberên Efrînî li nêzîkî sînorên Tirkiyê ne û ti alîkariyeke mirovî ji wan re naçe. Li ser rewşa wan mirovan hûn li hêviya çi helwest û zanyariyekê dikin ji beşa mirovî ya Neteweyên Yekbûyî?”
Karl van Estrom jî ev bersiv da:Mijara astengkirina alîkariyan li Sûriyê pirsgirêkeke mezin e. We rast go, em jî li hêviyê ne beşa mirovî ya Neteweyên Yekbûyî di vê derbarê de daxuyaniyekê bide, da ku em jî bizanin Encûmena Ewlekariyê dê çawa bikare alîkariyê bide.”
Lê ji ber nakokiyên di navbera Amerîka û Rûsyayê de, Encûmena Ewlekariyê nikare li Sûriyê alîkariyê bigihîne ti aliyekê, bi taybetî jî niha ku çavê hemû civaka navdewletî li ser şerê başûr û rojavayê Sûriyê ye.
Jib o hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê, piştî ku hêzên opozîsyonê ji Heleb û Şamê hatine derxistin, niha jî dora başûr û rojavayê Sûriyê ye, ku dikeve ser sînorên Îsraîl û Urdunê, ku herdu jî hevpeymaniyên Amerîkayê ne.
Dîplomatkar dibêjin, Rûsya ji bo sekinandina şer 2 mercan pêş dibîne. Ya yekemîn hêzên opozîsyonê vekişin û mercê duyemîn jî vekişandina hêzên amerîkî ye li Baregaha leşkerî ya El-Tenfê.