Endamekî Serkirdatiya PDKê Ehmed Kanî, rewşa niha ya Iraqê wiha dixwaze ku ew û YNKê bi hev re bin û reng e li ser dabeşkirina postan rêkeftineke nû bikin.
Ehmed Kanî got: “Pêkvebûna PDK û YNKê babeteke cewherî ye. Li ser babeta postan, divê li rabirdûyê binêrin, posta serokomar divê di berjewendiyê gelê Kurdistanê de be.”
YNK nebûna parêzgarekî Kurd bo Kerkûkê dixe stûyê PDKê û dibêje, PDK ji bo danana parêzgarekî ji wî bajarî re rêgir bû. YNK derbarê posta serokomar jî dibêje, ya girîng ew e ku ew post bo Kurd be.
Endamê Serkirdatiya YNKê Arêz Ebdula got: “Ti pêwendî di navbera posta parêzgarê Kerkûkê û serokomar de nîn e. Parêzgarê Kerkûkê pişkê YNKê bû, lê niha kesekî din li şûnê hatiye danîn, divê PDKê nermî nîşan daba ji bo Kurd biba parêzgarê Kerkûkê. Ji bo posta serokomar jî, em wek YNKê daxwaz dikin ku ew post para Kurd be. Pêwîstiya Kurd jî bi rêkeftinê heye, bi taybet di navbera YNK û PDKê de. Dilniya ne ku rêkeftin pêk tê.”
Di Iraqa nû de posta serokomar ji pişkê Kurd bû, di nava Kurd de jî YNKê xwediyê wê postê bû, lê vê carê beşek ji serkirdeyên PDKê dibêjin ku nexşeya siyasî hatiye guhartin û ne merc e vê care jî posta serokomar ji para YNKê be.
(K24)