Çavuşoğlu, ji bo daxuyanîya Wezareta Amerîkî ya ku gotibû "me Tirkîye ji bo Rojhilata Firatê hişyar kiriye" got ev daxuyanî ne rast e.
Ligel daxuyanîya Çavuşoglu, Pompeo xwedî li daxuyanîya Wezareta xwe derket û got ku "ew li pişt gotinên xwe ne."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û yê Tirkîye Mevlut Çavuşoğlu bi munasebeta 70. salvegera damezrandina NATOyê li Washingtonê hevdîtinek pêk anîn.
Pişti hevdîtina du wezîran, Wezareta Amerîkî daxuyanîyek belav kir û got Pompeo ji bo Rojhilata Firatê hişyarî daye Tirkîyeyê. Wezirê Derve ye Tirkîyeyê Çavuşoglu jî, ji bo vê daxuyanîya Amerîkî îdia kir ku Pompeo tiştekî bi vî rengî negotîye û ev daxuyanî ne rast e.
Pompeo piştî daxuyanîya Çavusoglu careke din axivî û dîyar kir ku ew li pişt gotinên xwe ne û wan hişyarî ji bo Rojhilata Firatê dane Tirkîyeyê.
Li alîyekî din Pompeo bal kişand ser krîza S-400an a bi Tirkîyeyê re û dîyar kir ku hevdîtinên wan berdewam in.