Ji Rêveberiya Rojava 10 biryarên aborî: Ruxsetkirin, dabînkirina mazotê, binesazî...

.

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, 10 biryarên ji bo pêşxistina aboriya herêmê der kir.

Di biryaran de pêşxistina beşa mal û milkan û ruxsetkirina hemû kargehan jî cî digre.

Desteya Aboriyê bi beşdariya cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçber û hevserokên desteyên aborî yên 7 kantonên herêmê civiya û binesaziya aborî, rewşa rêxistinî, asta şopandina karên pêşesazî û aborî hatin nirxandin.

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, di civînê de raporên mehane yên desteyên aborî yên 7 kantonan, astengiyên li pêşiya karên wan û plansaziyên bi armanca pêşxistina aborî, başkirina nan û dabînkirina mazotê hatin nîqaşkirin.

Biryarên di civînê de hatine standin wiha ne:

  1. Pêşxistina beşa mal û milkan (Eqar).
  2. Avakirina navendên lêkolînên zanistî yên girêdayî çandiniyê. Dabînkirina pêwîstiyên avdana nûjen.
  3. Tevahî beşên civakê beşdarî dayîna biryarên derbarê çandiniyê de were kirin.
  4. Rola komîteya gumrikê têkildarî qanûnên taybet bi bazirganiya derve re.
  5. Divê tevahî kargeh ruxsetê werbigirin.
  6. Pêşxistina aşan û ji bo pêşxistina mekanîzmeya çêkirina nan xebat were kirin. Nabe aş genimên bi pileya 3 û 4’an beriya paqijkirinê werbigirin.
  7. Xurtkirina rola komîteyên şopandina firinan. Avakirina zabîteyên zimhêrê yên taybet bi firanan.
  8. Divê desteyên aborî parên ard li gorî hejmara niştecihên herêmê li firinan belav bikin.
  9. Biryara Meclisa Rêveber ya ku aşan bi Desteya Aborî ve girê dide, were aktîvkirin.
  10. Komîte werin avakirin, da ku mercên durist ên firinan, mijarên girêdayî vekirina firinan û kişandina ruxsetan ji nû ve binirxîne.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî: Zanyariyên xwe ji bo xizmeta welatê xwe bi kar bînin
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir
Li derhênerê Kurd Kazim Oz lêpirsîn hat vekirin
Heyeta HAK-PARê li Amedê Seredana PWKyê Kir
Amerîka Toleyên Nû Datîne ser Hizbullah û Rejîma Sûrî