Rûpela Nû dest bi jiyana xwe ya weşanê kir. Rûpela Nû wek rojnameyeke dîgîtal bi Kurdî û Tirkî weşana xwe dike. Mîzanpaja wê li gor rojnameyên hemdemî bi struktureke nûjen û fireh hatiye amadekirin. Fotogalerî û videogalerî îmkanên fotograf û vîdeoyan li Rûpela Nû siwar bike dide mirov.
Rûpela Nû, xwe berdewamiya Rojnameya Kurdistan, Jîn, Hawarê; berdewamîya hemû ked û berhemên rojnamegerîya doza azadîya Kurdistanê dibîne.
Rûpela Nû bi hemû etnîsîte û pêkhateyên civakî; bi misilman, xirîstiyan, cihû, êzidî, elewî, şiî û sunnîyên xwe ve, xwe dengê Kurdistan û Kurdîstaniyan dibîne.
Şewqa Rûpela Nû wê her tim li ser rûdawên neteweyî, civakî, aborî, cinsî, hawîrdor û hwd be.
Bi kurtî polîtîkaya weşanî ya Rûpela Nû ev e:
- Rûpela Nû bi Kurdî (Kurmancî, Kirdkî) û Tirkî derdikeve. Beşên Kurdî û Tirkî dê wek du malperên cûda bin. Dikare nivîsên muşterek jî hebin û yên cûda jî hebin.
- Rûpela Nû cî dide hemû bûyerên ku Kurdistan û Kurdistanîyan eleqedar dike, polîtîka, aborî, perwerde, zarok, spor, huner, pîşe, hawîrdor, ekolojî û hwd. Lê li gor rewşê û îmkanan gav davêje û mijaran fireh dike.
- Rûpela Nû wek pirsa miletekî û welatekî li pirsa Kurd û Kurdistanê radiweste.
- Rûpela Nû di weşanên xwe de ferqê nake navbera etnîsîte, dîn û ayîn û mezheb, cinsîyet û tercîha cinsî, çîn û tebeqeyên civata Kurdistanê.
- Rûpela Nû cî nade heqaret û biçûkxistina dezgeh û şexsan.
- Rûpela Nû polîtîka xwe li ser dijminatîya tu hêzeke Kurdistanî ava nake, lê ji munaqeşeyên fikrî jî tu carî xwe nade alî û nareve.
- Rûpele nû li gor prensîb û berpirsiyarîya çapemeniya navneteweyî tevdigere.
Rûpela Nû dixwaze di jiyana weşanî ya Kurdistanê de rûpeleke nû veke. Em bangî ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar, rojnamevan û hemû gelê xwe dikin ku bi deng û hêza xwe xwedî li Rûpela Nû derkevin.