Wezaretên Berevaniyê yên herdu welatên Sûriyê û Rûsyayê, daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Di daxuyaniyê de bang li Amerîkayê hat kirin ku ji Sûriyê vekişîne û wisa hat gotin:
"Em bangî Amerîkayê dikin, hezên xwe yên ku bi awayekî nerewe, nemeşrû li Sûriyê ne, vekişîne."
Herwiha daxwaz hat kirin ku bila leşkerên Amerîkî rê bidin ku penaberên li Rubkanê ji wê derê derkevin.