Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de pirsa rojnamevanan bersivand û got:
"Serokkomarê(Tirkiyeyê Recep Tayyip) Erdogan ti carî negotiye ku dixwaze Efrînê dagir bike. Nexasim em wiha bawer dikin ku hêsantirîn metoda asayîkirina rewşa Efrînê, ew e ku gava tirk bibêjin ku gihiştin armancên xwe, kontrola vê herêmê dîsa bidin Hikûmeta Sûriyeyê."
Herwiha Lavrovî diyar kir ku di mijara Efrînê de ji bilî vê piştgiriyê nadin ti nerînê.
"ERDOGANÎ TI CARÎ NEGOT KU DIXWAZE EFRÎNÊ DAGIR BIKE"
Ji aliyê din ve, pirsek jê hat kirin bê serokê her sê welatên garantor ên pêvajoya Astanayê, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di lûtkeya sêalî ya li Enqereyê de behsa geşedanên li Efrînê kiriye yan na. Lavrovî li ser pirsyarê wiha got:
"Li wan wê pozisyona ku Erdogan gelek caran behsa wê kiribû, gotûbêj li ser (Efrînê) çêbû. Gava ku Amerîkayê dest bi flortê li gel komên kurdî kir û planên avakirina tiştekî wek herêmeke ewle ku ji Iraqê dest pê dike kirin, Erdoganî ev plan wek gef li berjewendiyên Tirkiyeyê dîtin. Lê Erdoganî ti carî negot ku dixwaze Efrînê dagir bike."