Ji sedî 38ê jinan li Tirkiyê rastî tûndûtûjiyê tên

.

Jiyana jinan li nava Tirkiye her ku diçe bêhtir dikeve zehmetiyê. Li gor raporên ku saziyên gerdûnî amade dikin di warê cihêkariya cinsî de, di warê şîddet û kuştina jinan de Tirkiye di serê lîsteyan de cîh digire. Li Tirkiye tu guhê xwe bidî kîjan jinan çîroka wan tije gifaşên mêrane û tundutujiyê ne. Li gor amaran ji sedî 38ê jinan li Tirkiye rastî şîdetê tên.

Eger me ji bo vê nûçeyê çîroka ji van jinan ya kîjanê hilbijrta ew bes bû bê ka li Tirkiye jinbûn çawa ye.

Welatî Nazli Îlçi dibêje: “Jinbûn li Tirkiye bi rastî gelekî zehmet bûye. Her roj ku em kuştina jinan dibîhîzin em perîşan dibin.”

Welatî Larîsa jî got: “Ya rast ez gelek ditirsim. Dema derdikevim derve, çi qerebelixbe çi nebe.”

Welatiya bi navê Mîne Yenîdunya jî got: “Jinbûn gelekî zehmet e. Jin neçar e him dayîk him bav be di vê serdemê de.”

Halîme Cebecî jî dibêje: “Şîddet û kuştin, helbet jin bêhtir di zehmetiyê de ne.”

Sennûr Aytekin jî got: “Di her mijarê de zehmet e. Li jiyanê mayîn zehmet e.”

Lê mijar êdî ji çîrokan jî derketiye û Tirkiye ji bo jinan yek ji wan welatan e ku rewş gelekî xirab e. Li gor Forûma Aborî ya Cîhanê Tirkiye di warê wekheviya jin û mêran de di nava 156 welatan de di rêza 133an de cîh digire. Li gor OECDyê jî di warê tundutûjiya li hemberî janan de Tirikye di nava welatên endam de di rêza yekê de ye. Wate li Tirkiye ji sedî 38ê jinan rastî şîdetê tên.

Derbarê mijarê de Midûra Xezmetên Jin û Zarokan Ya Şaredariya Stenbolê Şenay Gul jî got: “Ya rast gelek corên şîdetê hene. Aborî, psikolojî û herwekîdin. Herî zêde jî jin û zarok rastê tên. Ew tenê ne problema jinan e. Jin bi salan e li hember vê gelekî baş têdikoşin. Jin bi hemû hêza xwe têdikoşin. Lê têr nake. Divê êdî em zanibin ku ew kêşeyeke civakî û çandî ye.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî di varê kuştina jinan de Tirkiye di nava 151 welatan de di rêza 67an de ye. Platforma Rêgiriya Kuştina Jinan dide zanîn ku di navbera 2010 û 2020an de li Tirkiye 2 hezar 296 jin hatine kuştin. Hejmar di navbera 25 ê mijdara 2020 û heman roja 2021an de bûye 280.

Ji Komeleya Jinên Pêşverû Oykû Bozkûrt jî got: “Jinên ku têkoşîna mûçeya hevpar didin li cihê kar têne kuştin. Ji kar derdikevin li malê, zarok, nexweş û karên wê yên din. Sebra me êdî nema ye. Em berdewambin ji bo avakirina cîhaneke bê şîdet û bê mêtinger. Wê jin cîhanê rizgarkin.”

Ji Komeleya Jinên Wekheviyê Gokçe Şantûrk jî got: “Şîdet ne ew tişt e ku bi serê xwe rûbide. Sedemên ku şidetê pêk tînin hene. Sîstema mêtinger ku em tê de dijîn dike ku wekhevî di navbera jin û mêran de nebe. Ew jî şideta li hember jinan bi xwe re tîne.”

Nûnerên saziyên jinan didin zanîn ku 2021 ji bo jinan bûye ew sal ku parastina dewletê ji holê rabûye. Sedem vekişîna ji Peymana Stenbolê ye. Herwiha li gor nifûsê diviyabû li Tirkiye 5 hezar û 314 navendên xwespartinê hebûna lê hejmara ên heyî 477 e. Dîsa li gor OECD di warê cihêkariya cinsî de jî Tirkiye di nava 129 welatan de di rêza 26an de ye. Li parlemena Tirkiye ji temsîla jinan ji sedî 17 ye û tenê 103 jin hene ku hejmara parlemenê bi giştî 600 e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'