Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadan a Sosyo Polîtîkê, ji sedî 70,9ê beşdaran ên gotine ew kurd in, di nava malên xwe de bi kurdî diaxivin. Ji sedî 19,2yê wan bi tirkî, ji sedî 9,8ê wan him bi tirkî him jî bi kurdî diaxivin.
Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadan a Sosyo Polîtîkê, ji sedî 86,7ê beşdaran xwestiye zarokên wan bi zimanê dayikê perwerde bibin.
Ji sedî 4,2yê beşdarên rapirsiyê gotin ku ew perwerdeya bi zimanê dayikê naxwazin. Zarokên ji sedî 9ê beşdaran bi zimanê dayikê perwerde dibin.
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 27ê Çiriya Pêşiyê û 3yê Mijdarê de rapirsiyek kir. Navê rapirsiyê “Bikaranîna zimanê dayikê, daxwazên bi zimanê dayikê re peywendîdar û meylên welatiyan” e û li Amed, Mêrdîn, Wan, Êlih, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Mûş, Çewlig, Bedlîs, Qers, Dêrsim û Idirê bi 2 hezar û 443 kesan re hevdîtin hatine kirin.
Ji sedî 85,2yê beşdaran kurd, ji sedî 9 tirk, ji sedî 4,3 ereb, ji sedî 0,2 ermen û ji sedî 0,2 jî suryan in.
Beşdaran ji bo zimanên ku li malê pê diaxivin ev bersiv dane: Ji sedî 60,8 kurdî, ji sedî 26,2 tirkî, ji sedî 9 tirkî û tirkî bi qasî hev, ji sedî 2,9 erebî, ji sedî 0,9 azerî, ji sedî 0,2 suryankî û ji sedî 0,1 jî ermenkî.
Rêjeya axavtina kurdî ya li nava malan ji sedî 70,9 e
Ji sedî 70,9ê beşdaran ên gotine ew kurd in, di nava malên xwe de bi kurdî diaxivin. Ji sedî 19,2yê wan bi tirkî, ji sedî 9,8ê wan him bi tirkî him jî bi kurdî diaxivin.
Rapirsiyê encameke balkêş derxistiye holê ku ji sedî 20ê beşdaran ên gotine ew suryan in, ji sedî 3,2yê gotine ew tirk in, ji sedî 1,9ê gotine ew ereb in, diyar kirine ku ew li nava malê bi kurdî diaxivin.
Zarokên ji sedî 9ê beşdaran bi zimanê dayikê perwerde dibin
Ji sedî 86,7ê beşdaran daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kiriye. Ji sedî 4,2yê beşdaran daxwaz nekiriye û zarokên ji sedî 9ê beşdaran bi zimanê dayikê perwerde dibin.