Siddik Bozarslan
Her çiqas di navbera Yavuz Sultan Selîmê Osmanî û Îdrîs-î Bitlîsîyê Kurd da peymanek di 1514an da çêbûbû û li gora wê peymanê di şeran da kurdan esker didan osmanîyan jî, ev têr nedikir ku osmanî kurdan ji cîwarên wan nekin û bi demografîya civata wan ra neleyîzin. Wek Mamoste Celal Temel wan koçkirinan rêz kirîye, ez dixwazim bi kurtî wan pêşkêşî we hêjayan bikim:
Di pêvajoya şerê ku di navbera Şah Îsmailê Sefewî û Yavuz Sultan Selimê Osmanî da di 1514an da çêbûbû, kurdan alîkarîya osmanîyan kiribû; lê ji herêma ku diket navbera Musul û Îranê, Eşîreta Kurdên Şêxbizinî jibo herêmên Ankara - Konyayê û bi taybetî Haymanayê ku girêdayê Ankarayê bûye, hatine şandin.
Di dawîya sedsala 16. an û despêka sedsala17.an da Şah Abbasê Îranî, hin civatên kurd jibo herêmên cuda yên Îranê belav kirîye. Di heman deman da Dewleta Osmanî jî hin kurdên Dêrsimê rêkirîye herêma Horasanê ku dikeve bakurê Îranê. Koçberkirineke mezin jî di dawîya sedsala 18.an û despêka sedsala 19.an da pêk hatîye jibo Anatolîyê. Bi taybetî di dema serhildana Mîr Mihemed da ew koçberî zêde pêkhatîye. Ji herêmên Malatya û Adiyamanê Eşîreta Rişvan (Reşî) û Eşîretên Canbegî (Cihanbeyli) hatine şandin bo herêmên Konya û Ankarayê ku berê jî Şêxbizinî jibo wir hatibûn şandin.
Osmanîyan bi vî awayî jibo semedên cuda di sedsala 19.an da jî kurdan rêkirin bo herêmên Konya - Ankara û bi taybetî jibo herêma derdora Gola Xwey (Tuz Gölü). Wer dibe ku derdorên Gola Xwey bi hezaran cîwarên kurdan çêdibin. Wek ku îro tên binavkirin li herêmên Haymana, Aksaray, Bala, Cihanbeyli, Kırşehirê, Kulu, Polatlı û Şereflikoçhisarê, gelek gund û qesebe ji kurdan pêkhatine ku ew di seranserê sedsala 19.an da ji koçkirinê peyda bûne.
Di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn da jî ji herêmên Erzurum, Bedlîs û Wanê dora 700- 800 hezar kurd hatine koçberkirin jibo Anatoliyê. Ji sisêyan diduyê wê nufûsê ji ber nexweşî û şertên giran ên rêwîtîyê di rîyan da mirine. (Di rastîyê da derdora nîv milyon – 5000 hezar- kurd di wê rêwîtîyê da hatine kuştin) Dora 300 hezarên ku gîyane Anatolîya Navîn; ji wê nufûsê jî gelek hindik kes vegerîyane cîyên xwe yên berê. Vekirîye ku van koçberîyên surgûnê jî di bin hukmê Cemîyeta Îttîhat Terakkiyê da pêkhatîye. Bi tabîreka dî ev politika koçberkirinê, dema padîşahên osmanîyan despêkirîye, Tirkçîyên Îttihatê wê berdewam kirine û paşê jî Kemalistan heman politika domandine.
Heman politika di Berxwedana Dêrsimê da jî berdewam dike ku rastê 1937- 1938an tê. Dîsa bi dehhezaran mirî û bi dehhezaran jî tên surgûnkirin. Ev politika qirkirin û surgûnê di pêvajoya şerê çekdarîyê yê PKK da jî bi awayeke cuda berdewam kir. Tê gotin ku di navbera 1987- 2005an da derdora 3 milyon kurd ji cîwarên xwe bûne û koçê herêmên cuda yên Anatolîyê kirine. Ji ber encamên şerê PKK di navbera salên 1984- 1990an da bi hezaran gundên kurdan hatine valakirin û şewitandin.( 4)
Wek jêrenotek li vir divê ez di çarçoveya koçberkirinê da nirxandina Garo Sasuni lê zêde bikim ku wî jî li gora raporeka dizî ku ji destê tirkan ketîye destê kurdan û wî jî wê ji kurdan sitandîye ku dema mirov li encamên koçberkirinê binêre, nuqteyên ku di wesîqeya dizî da hatine nivîsîn, tiştên mantiqî ne, jibo dewleta osmanî. Nirxandina G. Sasuni bi kurtî weha ye:
Di dema Şerê Cîhanî yê Yekemîn da ji dervayê Wezareta Hundûrî ya Dewleta Osmanî ”Mudurîyeteka Umumî (giştî) ya Koçber û Reîsîya Eşîretê” jî hebûye. Mudurê wê Şükrü Kaya Beg bûye ku ew paşê di Hukumeta Ankarayê da bûye wezîrê ziraatê. Tanzîmên di nav wê sazîyê da li gora 5 fermanên dizî hatine rêvebirin / pêkhatîye.
Li gora wê fermana dizî, piştî surgûnkirina ermenan, kurd jî dê werin surgûnkirin jibo bajarên tirk. Amanca sereke jibo wê surgûnê ew bûye ku li herêmên şer, têkilî û hevkarîya kurd û rus û ermenan çênebe. Li bajarên rojhilatê divê firset neyê dayîn ku piştî surgûn û qirkirina ermenan, nufûsa kurdan bibe piranî.
Li gora madeyeka dizî, dema kurd werin koçberkirin, berpirsên dewletê yên sivil û eskerîyê, di rîyan da muameleyeka welê jibo wan koçberan bikin ku ew herî zêde xisarê bibînin. Yanî bi awayeke vekirî ferman hatîye dayîn ku koçberên kurd jî wek ermenan di rîyan da werin qirkirin. Loma di encamê da ji kurdên koçberkirî yên 1916an, nufûseke gelek hindik gîyane Adanayê, Konyayê û Ankarayê. Ew kurdên ku gîyane cîyên surgûnê jî, di nav şertên giran ên birçîbûnê, sitarbûnê û wd. da hatine hiştin ku ji ber wan mercên nebaş, gelek ji wan jî mirine.
Şertên wan fermanên dizî yek jê jî ew bûye ku li cîyên cîwarbûyî jimareyên surgûnîyan divê li gora %5 were tanzimkirin. Yanî 5 kurd di nava 100 tirk da werin cîkirin ku ew bi lez werin helandin. Axiftina tirkî jibo wan koçberan wek mecbûrî hatîye qebûlkirin da ku kurdîya xwe jibîr bikin û bibin tirk. Cuwanên kurd û ew kesên rêvebir wek serekeşîr, axa, beg û wd. divê ji wan surgûnîyan jî werin dûrxistin jibo cîyên hê dûrtir. Ji bil destûrê divê kes nikaribe cîyê xwe biguherîne.(5)