Serok Mesûd Barzanî di derbarê dengdan ji bo hilbijartina postê serokomariya Iraqê de, daxuyaniyek da.
Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Birêveçûna niha ya hilbijartina serokomariya Iraqê berevajiya wê nerîtêye ku ji bo hilbijartina serokomar ji gerên derbasbûyî hatiye peyrew kirin. Yan diviya kandîdekî Kurd li nav mezintirîn kutle bihata berbijêrkirin yan jî fraksiyonên Kurdan yek alî bikiran.”
Barzanî dibêje şêweya niha, bi ti awayekî nayê qebûlkirin.