Min di heyata xwe de ji serokan hez nekiriye û ez ê ji wan hez nekim jî, lê li welatekî nola Kurdistanê jî bêserok û bêsiyaset nabe, vê yekê jî wek navê xwe zanim...
Ji serokan hez nakim, lê serokek heye ku gelekî jê hez dikim. Ev hezkirina min a ji vî serokî jî nîha ji berî gelek salan e ku kesî nizanîbû ew ê bibe serok. Şerdên welatê me ew anî li serê partiyekê kir serokekekî sempatîk û karîzmatîk.
Siyaseta ku ew pê re rabû ye jî heta derekê hêviyê dide mirovî, yanî bi sekina xwe, bi helwestên xwe û bi perspektîvên xwe yên siyasî... lê dîsa jî hezkirina min a ji wî, ne tenê ji ber siyaseta wî ye, ji ber ku ew hevalê min ê xortaniyê, yê kamiliyê û yê navsereyê ye. Ew heval û dostê min ê rojên teng û firehiyê ye; ew hevalê kul û keserên min, ê şahî û xweşiyê min, ê henek û giriyên min e; ew Mistefa Özçelîk e û serokê PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) ye.
Ew xwediyê tradisyoneke kurd û kurdîstanî ye ku cara pêşî bi navekî kurdî li Tirkiyeyê mohra xwe li dîrokeke înkarê xistiye û ji bo azadiya gelê xwe karekî li ser asasê fedekariyê dike. Ew û hevalên xwe di siyaseta legalê ya Bakurê Kurdistanê de nimûneyeke yekem e ku bêyî pişta xwe bide tu hêz û desthilatê û bi îmkanên xwe yên şexsî siyaseteke bi şexsiyet dikin. Ew bû avakarê partiyeke bi gotina wî; ”Partiya Fedekarên Kurdistanê”. Kesên siyaseta legal kiribin baş dizanin ku gelekî zahmet e mirov bi îmkanên xwe yên şexsî siyasetê bi rê ve bibe, lê ji avabûna PAKê û heta niha, hemû endam, birêvebir û serokatiya vê partiyê bi îmkanên xwe yên şexsî vî karî dikin, loma jî ez li vê derê pir bi eşkereyî ji Mistefa Özçelîkî û hemû rêvebir û endam û terefdarên partiya wî re li çepikan dixim ku ew vê tekoşîna bi onûr û şexsiyet bi rê ve dibin.
Ew ê heta kê derê vê siyaseta xwe ya li ser asasê fedekarî û dilsoziyê bibin, nizanim. Heta ew xwediyê vê helwesta bişexsiyet bin, ez ê him qala wî û him jî ya partiya wî bikim. Ji ber ku desthilat û îqtidar qîma xwe bi siyaseteke weha naînin, ew dixwazin hemû tevgerên heyî di bin desthilata wan de be, dixwazin kontrola wan li ser hemû hereketan hebe û loma jî piştgiriya aktîvîteyên bi vî rengî nakin. Ew ên ku herroj duroj daran di devê hev de radikin jî di bin re siyaseteke li ser asasê berjewendiyan bi hev re bi rê ve dibin. Li ber çavê raya giştî dijmin û neyariyê dikin, lê di bin de hezar firildaqiyan bi hev re dikin. Ew tu carî qedir û qîmetê nadin dost û mitefîqên xwe yên sitratejîk; ew hertim ji xwe re li peya û zilaman digerin û gava hin kesayetî, yan jî partiyên weha xwedî şexsiyet jî derdikevin qada siyasetê, ew hezar terî û dûvikan pê ve dikin. Hesabên wan kesan çi dibe bile bibe, lê PAK û Mistefa Özçelîk li ser rêyeke rast in û divê ji vê siyaseta xwe tawîzê nedin.
Heger ez rojekê li siyaseta PAKê tikevim gûmanê ku ew destê xwe li ber hin desthilatan vedigirin û daxwaza îmkan û derfetên aborî dikin, ez ê dîsa li vê derê bi vê vekirîbûnê wan û siyaseta wan teşîr bikim. Heta ku ew xwediyê vê siyaseta bişexsiyet bin, hete ew ”Partiya Fedekarên Kurdistanê” bin, ez ê jî li gora îmkanên xwe qala wan bikim.
*
Serokekî din jî heye ku qedir û qîmeta wî digrim û ew jî Mesûd Barzanî ye. Min ji bo bavê xwe jî helbest û nivîs nenivîsiye, lê min ji bo vî ZATî helbest nivîsiye.
Min di pervekirineke xwe de gotibû ku vê carê jî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bê texîrkirin, ez ê rûpelekî kitêba xwe biçirînim û qesda wî rûpelî jî ev helbest bû:
Mesûd Barzanî
Gava îlan kir Qazî Mihemedê pêşewa
Komara Kurdistanê li Meydana Çarçirayê
Te çavê xwe vekir li çiyayî
Ji te re lorand dayika şîrhelal bi delalî
Hejand tu li darê dergûşê
Mizgîn gîhand wî bavê qedirbilind, ji wî çiyayî jî bilindtir
Wergirt çapiliyeke devzirav xwediyê mizgînê
Pêşmergeyekî bênavûnîşan bû
Lîrand ji dilûcan, li ser rêya rebê alemê
Azana şerîfî xwend di guhê te de
Êdî navê te di dilê me zîl da
Melodiyeke ji rengê ribabê
Fûriya bîhna qizwan û kenêrê
Li wan pal û efrazan
Rûyê me kenand wê xebera xêrê
Te yê ji zaroktiyê de rahişta darê tivingê
Çavê xwe negirta ji bo teres û mizawiran
Da pêşiya pêşmergeyên qahreman
Ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê
Ew roj û ev roj e
Tu kelemê çavê dijmin î
Disekinî li nîvê meydanê
Halanan hildidî bi mêranî
Dihelîne cemeda li ser dilê her kurdî
Bêveger î tu li ser rêka azadiyê
Kê ji bîr kiriye berxwedana Korêya Şeqlewayê?
Te kum û koloz danîn erdê
Bi kozikê ve zincîr kir lingên xwe
Te ahd kir
Heta bi dilopa xwîna dawiyê
Qêriya tu ji kezebê, ”Yan Kurdistan, yan neman”
Olan veda li Serê Reş û Barzanê
Gazî gîhaşt heta bi Hecî Umran û Helepçeyê
Sed û heyştê hezar enfalkirî
Pênc hezar Helebçeyî
Heyşt hezar Barzanî
Rabûn ser piyê tirba xwe
Berên xwe dan rêka te
Bi hev re kirin hewara dawî:
”Me azadî divê, me Kurdistan divê”
Dê bihesidin ji cenabê te
Tu yê dîsa wan bide şermê bi nefsbiçûkîya xwe
Li pişta te ye kurd bi milyonan
Keç û kurên Med û Ariyan
Tu yî xelafa Mele Mistefayî
Heta tu îlan nekî Kudistanê
Em ê pêxîla te bernedin
Heqê me jî heye wek xelk û alemê
Ev e daxwaza me ya dawiyê
Êdî îlan bike rojekê berî rojekê
Da em jî bêjin me heye dewletek
Me heye Kurdistanek
Em bi te bawer in bi miletî
Tu yê danegerî ji rêya wî bavî
Teva derdora Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê
Tu yê deynî tixûb û sînorî
Îlan bikî li dinyayê
Wî navê şêrîn Kurdistanê
Em ê minetdarên te bin heta bi hetanî
Tu yî di dilê kurdan de xwedî cîhekî ebedî
Navê te ye pizika serê zimanî
Li deşt û bajaran, kolan bi kolan
Em ê bikin Mesûd navê wan zarokan
Me neke parî ji bo gur û keftaran
De ji kerema xwe re bîne dewletê
Em bi hev re biqîrin wî navê nazelîn
Êdî serê me di nav xelkê de bilind ke
Hemû kurd li benda te ne
Ji bo xatirê gora wî bavê delalî
Me hêvî û rica ye ji cenabê te
Îlan bike êdî,
Serxwebûna KURDISTANê
*
Û dive ciwanmêrekî din jî ji bîr nekim, ew jî Mihemedê Hecî Mahmûd e ku min ji bo wî jî çend rêz nivîsîbûn:
Kurdbûn çi ye?
Kurdbûn ne ciwanî û yextiyarî ye
Gopalê di destî de,
Tivinga li milî ye..
Terkkirina paş qorika yarê
Wendakirina ”kezebê” ye…
Vit î vala ye,
Boşboxaziya bêtaştê
Quretiyê hewante
Tewtewetiya li ber dîwaran..
Kurdbûn mêrxasî ye
Mîrekî ye
Malmezinî ye,
Ne karê sêwiyên binçengşewitî ye
Kurdbûn di kozikê de şer e
Halana gulîsoran e
Nîşangeha devziravê ye
Gulîjêkirina dêyekê ye
Û înada bavekî kal e
Hêsirbarandina bêûcax e,
Kurdbûn ne karê bêjiyan e
Ew hunereke ji derîadetê ye
Tarîfa wê di wêneyê (Mihemedê Hecî Mahmûd) vî ciwanmêrî de ye.
Têbînî: Bila kek Mistefa li qisûrê nenêre, min hîn ji bo wî helbest nenivîsiye, lê belkî roja wê jî were.