Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik, bi hilkefta wefata Gorbihuşt Dilovan Îdrîs Barzanî peyamek weşand û xemgîniya xwe anî zimên.
Di peyama xwe de Özçelîkî wisa got:
"Rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî çû ber dilovanîya xwedê
Rêzdar Dilovan Îdrîs Barzanî yê birayê Rêzdar Nêçirvan Barzanî, kurê Îdrîs Barzaniyê Nemir, neviyê Mele Mustafa Barzaniyê Nemir, roja 02.04.2018n ji ber celteya dilî çû ber dilovaniya xwedê.
Weke mirovekî ku ji nêz ve wî nas dikim, ez ji ber wefata rêzdar Kak Dilovan Barzanî gelekî xemgîn im.
Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cihê wî bihuşt be.
Sersaxiyê ji Rêzdaran Mesûd Barzanî, Nêçirvan Barzanî , ji hemû malbata wan û ji gelê me re dixwazim.
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê"