Weşanxaneya Dozê du berhemên nû li weşangeriya Kurdî zêde kirin.
Weşxanxaneya DOZê ev wextekî dirêj e hewl dide kitêbxaneya Kurdî dewlemendtir bike.
DOZê ragihand ku wan di vê çarçoveyê de du berhemên nû çap kirine û her wiha berhemeke xwe ya berê jî ji nû ve çap kiriye.
Yek ji wan berheman, romana dawî ya nivîskar Silêman Demîr a bi navê “Serdema Bêbext” e.
Silêman Demîr di vê romana xwe de hewl daye, şerê ku 2015-2016an li Bakurê Kurdistanê rû daye tesîreke çawa li jiyana gundiyan kiriye, binivîse.
Berhama din a ku DOZê çap kiriye, bi navê “Pirsgirêka Kurd” an Pirsgirêka Kurdistanê 2 - Kêşeyên Şoreşa Kurdistanê ye.
Ev berhem ji gotar û hevpeyvînên ku van salên dawî bi siyasetmedarê Kurd Fuad Onen re hatine kirin, pêk tê.
Her wiha berhema ku dubare çap bûye jî çapa sêyem a “20. Yuzyilin Başlarinda Kurt Siyasası ve Modernizm” (Di Destpêka Sedsala 20emîn de Modernîzm û Siyaseta Kurdî) ye.
Ev berhem yek ji giringtîr xebatên pisporê felsefeya siyasetê ya Hasan Yildiz e.